2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Înîsiyatifê bernameya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan aşkera kir

Înîsiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê, bernameya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan aşkera kir

Înîsiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê bernameya çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdulalh Ocalan aşkera kir. Înîsiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK Abdullah Ocalan aşkera kir. Endamên însiyatîfê, nûnerên meclis û saziyên civaka sivîl li Stada Heysem Kiço ya bajarê Qamişloyê kom bûn û daxuyanî dan. Endamên însiyatîfê Mistefa Ehmed û Safiya El Giûd daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo mîsogeriya aştiya li Rojhilata Navîn e” were lidarxistin.

Di daxuyaniyê de wiha gotin: “Ji wefadarî û dilsoziya me bi Rêberê mirovahiyê û xwediyê projeya biratiya gelan, di bin dirûşma ′Aazadiya Rêber Apo mîsogeriya aştiya Rojhilata Navîn e ′, em hevgirtina xwe bi Rêber Apo radighînin û berxwedana wî ya li hemberî dewleta Tirk a faşîst bi bîr tînin. Dewleta Tirk a faşîst Rêbertî ji mafên wî yên herî biçûk mehrûm kiriye û tecrîdeke giran li ser wî ferz kiriye. Bii vê yekê tevahî pîvan û qanûnên naveteweyî yên mafên mirovan bin pê dike.

Ji vir civak û hemû pêkhateyên herêma Cizîrê dê dest bi rêzeçalakiyan bike. Her wiha dê li ser asta herêma Cizîrê; Dêrik, Qamişlo, Hesekê û Dirbêsiyê kon ji bo du rojan werin vegirtin. Ev çalakî dê bi meşeke silavkdayîna berxwedana Rêbertî bi dawî bibe. Dê dê ji raya giştî, hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan werin xwestin ku zagon û yasayên xwe yên têkildarî mafên mirovan bi cih bînin û li hemberî kiryarên dewleta Tirk bisekinin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên silavkirina berxwedana Abdullah Ocalan bi dawî bû.