3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

31’emîn Mihrîcana Çanda Kurd li Elmanyayê dest pê kir

31'emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî bi dirûşma “Di sedsaliya Peymana Lozanê de ji kurd û Kurdistanê re statû" pêk tê diyarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil kirin

31’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ku li Ewropayê çalakiya herî zêde beşdarî lê tê kirin û ji zû ve ye didome, li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê li qada Rebstockparkê dest pê kir. Ji saetên serê sibehê ve bi deh hezaran welatiyên Kurdistanê yên ji welatên cuda yên weke Elmanya, Swîsre, Belçîka, Îtalya, Awûstûrya, Hollanda, Swêd û Fransayê hatin, berê xwe dan qada mihrîcanê. Li qada mihrîcanê ku coşeke mezin lê serwer bû, gel pankarta “Ji Kurdan re statû û azadî” daliqand û bi sedan wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vekirin. Bi hezaran kesan wêneyên kesên ku di nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane vekirin û dirşmên “Bijî berxwedana PKK’ê” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Li qada mihrîcanê ya bi rengên neteweyî yên kurd hatiye xemilandin, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û saziyên Kurd ên cuda ji bo pêşxistina çanda Kurdî stand vekirin. Mihrîcanê ku bi dirûşma “Di sedsaliya Peymana Lozanê de ji kurd û Kurdistanê re statû” hat lidarxistin, diyarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hate kirin yên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin.

Festîvalê piştî deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokên KCDK-E’yê Engîn Sever, Zûbeyde Zûmrût, hevserokên KON-MED û Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Ayten Kaplan di festîvalê de axivîn.