3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna dayikan a ji bo qada Galatasarayê

Dayikên/Mirovên Şemiyê xwestin bimeşin Qada Galatasarayê. Lê polîsan dîsa nehiştin dayik biçin qadê. Dayikan helwesta polîsan şermezar kirin û gotin: "Em bi awayekî bêhiqûqî tên astengkirin.”  

Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê yên her hefte bi daxwaza aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin û faîl bên darizandin li Qada Galatasarayê tên bahev çalakiya xwe ya 963’yemîn li dar dixin. Her çend Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara “binpêkirinê” daye jî, lê dîsa polîsan biryar binpê kir û çalakiya Dayikên Şemiyê asteng kir. Polîs li şûna li gorî biryara AYM’ê tev bigerin, biryara Qeymeqamtiya Beyoglûyê esas girtin û qanûn binpê kir. Vê hefteyê jî polîsan hemû kolanên navberê ku derdikevin qadê bi bariyeran girtin. Dayikên/Mirovên Şemiyê, parazvanên mafên mirovan, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Mûsa Pîroglû û parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) yê Stenbolê Ahmet Şik jî di nav de gelek kesên ku xwestin ji kolana Îstîklalê ber bi Qada Galatasarayê ve biçin. Lê polîs dîsa bûn asteng. Di vê navberê de rojnamevanên ku xwestin çalakiyê bişopînin bi mertalên polîsan ji qada çalakiyê hatin dûrxistin.

Kurê Fehmî Tosûn ê di bin çavan de hate windakirin, Alî Tosûn ê derveyî dorpêçê bertek nîşanî tiştên qewimîn da wiha got: “Dadgeha Destûra Bingehîn têkildarî çalakiya me dibêje ‘binpêkirin heye’, dozgerî dibêje ‘hewcehî bi peyketinê nîne’ lê polîs li vê derê bi awayekî bêhiqûqî hewl dide çalakiya me asteng bike. Weke ku du dewlet hene li vî welatî.” Polîsan Tosûn ê berteka xwe nîşan da binçav kirin û birin.

Rêvebera Şaxa ÎHD’a Stenbolê Meryem Bars, ji ber dorpêç dirêj bû, bêhn lê çikiya. Tevî ku bêhna Bars çikiya jî polîsan destûr nedan ku derxînin derveyî dorpêçê. Piştî ku demekê hate rawestandin Bars derxistin derveyî dorpêçê. Bars, a demeke dirêj bêhn nestend, piştî ku bi ser xwe ve hat birin ÎHD’ê. Di vê navberê de polîsan Bars heta avahiyê komeleyê şopandin.

Piştî çalakiyê gelek malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan ji aliyê polîsan ve bi piştê ve hatin kelemçekirin û hatin binçavkirin. Hate dîtin ku polîsan dema binçavkirinê de tundî li gelek kesan kir.