28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên windayan li kujerê Hatîce Atalay pirsîn

Xizmên windayan û ÎHD’a Amedê di çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujer bên darizandin” de xwestin ku kujerên Hatîce Atalay bên dîtin û darizandin.

Xizmên windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 761’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Rezan a Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta ku wêneyên windayan li ser bû li erdê raxistin. Xizmên windayan û ÎHD’a Amedê vê heftê li aqûbeta Hatîce Atalaya ku di 10’ê îlona 1996’an de li navçeya Pîran a Amedê hatibû kuştin, pirsîn. Daxuyanî ji aliyê endama Komîsyona Lêkolînê ya Cinayetên Kujerên Wan Nediyar û Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî ve hat xwendin. İHD Diyarbakır Şubesi Kayıp ve Faili Meçhul Cinayetleri Araştırma Komisyonu

Berfîn Elçî, diyar kir ku di 10’ê îlona 1996’an de di navbera saet 21:00-22:00’an de Hatîce Atalay tevî hevjînê xwe û cîrana xwe Hatîce Akkoç ji bo avdana baxçeyên sebzeyan ên ku bi qasî 1 kîlometre dûrî malê bûn û li hemberî Midûriyeta Polîsan a Pasûrê bûn û wiha got: “ Malbata ku dora avdanê yê ya wan bû, rojek berê agahî da Midûriyeta Polîsan. Malbata Atalay ji ber vê rewşê agahî dide midûriyeta polîsan.”

Polîsan gefa kuştinê li hevjînê Atalay xwar

Elçî, bi lêv kir ku Tîmên Taybet ên ku her tim ji Girê Ziyaretê yê li pişt Midûriyeta Emniyetê ye bi çekên lûledirêj derdorê gulebaran kirin û wiha ev tişt got: “ Ev yek çend caran tê dubarekirin. Dema Tîmên Taybet derdorê gulebaran dikin hevjînê Atalay bi qîrin ber bi  emnîyetê ve dibeze û dixwaze ku dawî li gulebaranê bînin. Lê belê li wir polîsek heqaretê li wî dike û bi gotina; ’em ê te jî bikujin’ gefê lê dixwe.”

Dosya ji aliyê dozger ve tê girtin

Elçî, anî ziman ku di wê kêliyê de hevjînê Atalay ji polîsan re radigihîne ku Hatîce Atalay birîndar bûye, divê biçe nexweşxaneyê û wiha domand: “Lê belê polîs heta saet 06.00’ê sibehê wan li wir dihêlin. Hatîce Atalay ji ber windakirina xwînê li wir jiyana xwe ji dest da. Piştre Serdozgerê Komarê û bijîşk sewqî cihê bûyerê kirin. Cenazeyê Atalay piştî karên nexweşxaneyê bi dawî bûn radestî malbatê tê kirin. Di encama lêkolînê de polîsên berpisyar ku lêkolîn dikin, dibêjin; ‘Li cihê bûyerê tu gule nedîtine û destê wan di bûyerê de nîne’. Dosya ji aliyê dozgeriya komarê ve tê girtin. Ji ber ku ji roja bûyerê ve heta niha ji aliyê rayedaran ve lêpirsîneke bi bandor û serbixwe nehatiye kirin, berpirsyarê bûyerê nayê zanîn.”

Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.