2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Înfaza girtiyê nexweş Kodîn hate taloqkirin

Ji ber ku rewşa girtiyê nexweş Eyup Kodîn giran bû cezayê wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin. 

Girtiyê bi navê Eyup Kodîn (49) di sala 2019’an de li Wêranşar a Rihayê di çarçoveya lêpirsînên “KCK’ê” de hate girtin. Kodîn, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Sêweregê dihat ragirtin û rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû. Di 16’ê çileyê de jî rewşa Kodîn giran bû û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan. Kodîn, li nexweşxaneyê emeliyata bypass’ê bû.

Bijîşkê nexweşxaneyê ji bo rewşa Kodîn got “krîtîk e.” Li ser vê yekê rewşa wî ya girtî hate lêkolînkirin. Înfazkirina cezayê Kodîn ji bo 3 mehan hate taloqkirin û hate berdan.

Hat zanîn ku tenê 16 meh cezayê Kodîn ma ye û piştî 3 mehan dê dîsa derkeve pêşberî şandeyên tenduristiyê.