17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Otobusa rêwiyan a Amedê li Bodrûmê qulubî û 8 kesan jiyana xwe ji dest da

Otobusa ku ji Amedê diçû Bodrûmê li navçeya Dînarê qulîbû û qezaya trafîqê pêk hat. Di encama qezayê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 35 kes jî birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan ku ji Amedê diçû Bodrûmê, li navçeya Dînarê ya Afyonkarahîsarê qulubî û qezaya trafîqê pêk hat. Di qezayê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 35 kes jî birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, komên agirkujiyê, AFAD û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê cenazeyên miriyan û kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Dînar, Afyonkarahîsar û bajarên derdorê.

Walîtiya Afyonkarahîsarê jî der barê qezayê ev daxuyanî da:

“Dema ku otobusa rêwiyan (2 murettabat û 40 rêwî) a ji Amedê ber bi Bodrumê ve diçû, ajokar kontrola dîreksiyonê winda kir û wergeriya. Tavilê li cihê bûyerê ambulans û komên cendirme, agirkujiyê û AFAD’ê hatine veguhestin. Di qezayê de 8 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û 35 jî birîndar bûn. Kesên birîndar li nexweşxaneyên herêmê hatine sewqkirin û tedawiya wan didome.”