17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi komployê xwestin têk bibin lê mezintir bû

Endama Înîsiyatîfa Nûn Erwa Ehmed Salih, diyar kir ku armanc komploya navneteweyî têkbirina fikra projeya xwişk û biratiya gelan bûye û ev tişt got: “Komplogeran nekaribûn vê bikin û ev proje her mezintir bû.”

Di 24 sal di ser komploya navneteweyî ya dî 15’ê Sîbata 1999’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat pêşxistin re derbas bû. Nirxandinên der barê tecrîd û komploya li dijî Ocalan berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Endama Înîsiyatîfa Nûn a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Erwa Ehmed Salih, der barê komployê de ji nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Rûken Efrîn û Roj Denîz re axivî.

Erwa Ehmed Salih, diyar kir ku yek ji sedemên komploya navneteweyî tirsa ji fikir û felsefeya Ocalan bû û got, “Ji ber ku partiyeke siyasî, demokratîk û azadîparêziya jinê ava kir. Vî fikrî bi demê re bandor li ser tevahiya erdnîgariya Kurdistanê kir. Li hemberî hemberî kapîtalîzmê alternatîf û çareserî danî holê. Bi zext û zora komployê xwestin ku pêşî li fikir û projeyên Rêber Abdullah Ocalan bigirin.”

‘Civakên hov’!

Salih, bal kişand ser planên dewletên hegemon ên li ser Rojhilata Navîn û wiha dewam kir, “Rêber Abdullah Ocalan di analîzeke xwe de qala wê civakê kir ku ketiye bin bandora kapîtalîzmê. Rêber Ocalan civakên bi vî rengî weke civakên hov pênase kir ku her tiştî ji bo mezinbûna aboriyê dikin. Civaka Rojhilata Navîn civakeke ku xwedî li dîroka xwe derdikeve. Lê belê bi derketina dewletan re Rojhilata Navîn jî li gorî reng, nijad, mezheb û olê hate parçekirin. Bi vî rengî li Rojhilata Navîn her ku çû şer girantir bû.”

Berjewendiyên modernîteya kapîtalîst

Di berdewamê de Salih, anî ziman ku modernîteya kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe û ji bo têkbirina projeya Rêber Ocalan a ji bo biratiya gelan, komplo pêk anî û got, “Lê belê bi hêz û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan gelek pîlanên komployê hatin têkbirin. Her wiha bû hêzeke welê ku îro li hemberî terora herî mezin a li cîhanê li hemberî DAÎŞ’ê bisekine û têk bibe.”

Hevkarên dewleta tirk

Salih, destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst hemû di vê komployê de hevkarên dewleta Tirk in û got, “Ji ber mezinbûna fikra biratiya gelan ku li Rojavayê Kurdistanê niha şênber e, wê nikaribin vê komployê bi ser bixînin. Fikrê biratiya gelan dewam dike. Tecrûbeya rêveberiya xweser jî mînakeke zindî ya vê yekê ye. Yek ji destketiyên vê projeyê jî serketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî DAÎŞ’ê bû.”