spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di doza Kobanê de dozger dê mutalaayê bide

21’emîn danişîna Doza Kobanê ku dê 3 rojan bidome dest pê dike. Tê payîn ku dozger di danişînê de mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê bike.

Ji ber êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li seranserî bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî hatibûn lidarxistin. Bi hinceta çalakiyan, Doza Kobanê hatibû vekirin û 21’emîn danişîna dozê dê di navbera 7-8 û 9’ê sibatê de li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. Derheqê siyasetmedaran de 3 hezar û 530 rûpel û 324 klasor hatine amadekirin. Lê siyasetmedaran parastinên xwe yên dawî nekirine. Lê belê tê payîn ku dozger di vê danişînê de mutalaaya xwe pêşkeşî şandeya dadgehê bike.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de, 28 jê girtî bi giştî 108 kes di dozê de tên darizandin. Di îddianameyê de ji bo 108 kesan tawanbariyên weke “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê”, 37 caran “kuştina mirovan” û gelek tawanbariyên din tên kirin. Di 241 rûpelên ewil ên îdianameyê de navên 37 kesên jiyana xwe ji dest dane, Wezareta Dadê ku weke gilîkerê mexdûr cih digire, AKP, CHP, Partiya Hur Dava, MHP, Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê, MÎT, Wezareta Karên Hundir, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û Wezareta Parastina Neteweyî jî di nav de bi giştî navên 2 hezar û 676’an hene. Di îdianameyê de her wiha çalakiyên di navbera 6-8’ê Cotmehê de û “Şahidên nepen” ên 20 danişînin îfadeyên razber û hevnegirtî didin hene.

Pêvajoya çawa ber bi 6-8’ê Cotmehê ve çû?

Di sala 2011’an de li Sûriyeyê protestoyên civakî dest pê kirin. Gelên ku ji bo avakirina paradîgmaya jiyana azad a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi têkoşînê kirin, di sala 2014’an de piştî Cizîrê, îcar jî li Kobanê û Efrînê kanton ragihandin. Gelên herêmê yên ku dixwestin qedera xwe bi xwe diyar bikin, rastî êrişên komên paramîlîter hatin.

Pêvajoya ber bi protestoyên 6-8’ê Cotmehê ve ku bûye mijara dozê, di 14’ê îlona 2014’an de bi êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê re dest pê kir. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî van êrişan bi hêza xwe ya cewherî bersiv dan. Li Kobanê jî bi hezaran kes ji warên xwe bûn û berê xwe dan bajarên ser sînor. Ji bo ku li dijî êrişên DAIŞ’ê di asta navnetewqeyî de hestiyarek were avakirin û bi mebesta piştevaniya bi gelê herêmê re, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên protestoyî dest pê kirin. Çalakî di 6’ê Cotmeha 2014’an de dest pê kirin û di 7 û 8’ê Cotmehê de derket lûtkeyê. Piştî protestoyan jî  li gelek bajaran qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Daxuyaniya Erdogan

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hişyarî dan îktîdarê lê encamek jê derneket. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 7’ê cotmehê de got; “Vaye Kobanê jî li ber ketinê ye.” Piştî van gotinan jî çalakî hêj mezintir bûn. Li gorî raporên têkildarî çalakiyan, 54 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Girtin

Piştî ku Erdogan bûyera li Rezan a Amedê ku di encamê de Yasîn Boru jî di nav de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn xistî rojevê, derheqê siyasetmedaran de doz hatin vekirin. Di 4’ê mijdara 2016’an de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, gelek parlamenterên HDP’ê û hevserok hatin binçavkirin û girtin.

Gotinên wî hatin berevajîkirin!

Dema ku berxwedan didomiya, Erdogan gotibû “Kobanê jî li ber ketinê ye” lê piştre bajar hatibû rizgarkirin. Erdogan jî di 3’yê tebaxa 2015’an de gotibû ku gotinên wî yên têkildarî Kobanê hatine berevajîkirin. Piştî ku DYA’yê diyar kir ku YPG û PYD’ê weke “rêxistinên terorê” pênase nakin, weke şirîkên xwe dibînin û dê alîkariyê bidin wan, Erdogan di 10’ê sibata 2016’an de wiha got: “Ey Amerîka ma şirîkê we ez im an terorîstên li Kobanê ne?”

Gefên Erdogan di demên piştre de jî berdewam kirin. Di 8’ê cotmeha 2017’an di salvegera 3’yemîn a 6-8’ê Cotmehê de Erdogan li Afyonê wiha digot: “Dixwazin ku ji devera herî rojhilat ber bi Behra Spî ve korîdoreke terorê ava bikin û em neçar in ku vê korîdorê xera bikn. Em ê destûr nedin. Heke em destûrê bidin dê Kobanêyeke nû bijîn, bila li me biborin. Em naxwazin Kobanêyeke nû bijîn û dê nedin jiyîn.” Erdogan ê ku di çarçoveya polîtîkaya penaberan de bi milyonan penaber û  koçberên ji erdnîgariya ereban bi navê “birayên me yên ummetê” pêşazî kir, di 24’ê çileya 2018’an de ji bo kesên ji barbariya DAIŞ’ê derbasî Bakur bûbûn wiha digot: “Kesên ji Kobanê reviyayîn welatê me, li welatê xwe venagerin.”

AYM’ê biryar nas nekir

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî bûyerên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de qewimîn bo Demîrtaş gotibû ku “sûcdar nîne.” Llê Erdogan got ku ew vê biryarê nas nake û di 9’ê kanûna 2020’an de wiha gotibû: “Ez vê biryarê nas nakim. Hedê min nîne xwe têkilî karê darazê bikim lê heke hebe qaşo mafekî terorîstekî mîna Selahattîn Demîrtaş, bila kes li bendê nebe ku em biparêzin. Di wê baweriyê de me ku dê daraza me ji bo terorîstekî mîna Demîrtaş derfeteke wisa nede. Li hêla din faîlê Kobanê, Amedê, Yasîn Boru ew e.” Bi van gotinên xwe jî HDP û Demîrtaş kiribûn hedef.

Erdogan ê ku ev gotinên xwe tevek ji bîr kirin, di 6’ê tebaxa 2021’an de jî ev gotina sosret dikir: “Weke ku hûn jî dizanin, miletê me li Kobanê ezmûneke mezin da û me mijara Kobanê çareser kir. Yên ku tevahiya hemwelatiyên me yên kurd ên ji Kobanê parastin em bûn.”

Ajansa Mezopotamya