3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîra Gulê bîreke çandî û rengîn e

Bîra Gulê bernameyeke çandî, zimanî, wêjeyî û hunerî ye, min xwest ku navê bernameya xwe bikim Bîra Gulê. Bîra Gulê televziyoneke online ye. Her hefteyê roja pêncşemê bi awayekî zindî tê pêşkeşkirin

Gulistan Kanîreş jineke kurd e. Jiyaneke dûvedirêj li xerîbiyê; li welatê Almanyayê derbas kiriye. Her çend ji welêt dûr bijî jî ji aliyê çandî, zimanî û derûnî ve ev navber daxistiye asta herî jêr. Di nav gelek xebatên çandî, zimanî de xwestiye ev navber kurt bibe.

Du sal berê biryar daye û televizyoneke on line saz kiriye û bernameya bi navê Bîra Gulê ,bi riya wê televizyonê li dar xistiye.

Di sersala 2023’yan de ji bo pîrozkirina salvegera bernameyê li Amedê şevek li dar xist. Gulîstan Kanîreşê der barê Bîra Gulê û xebatên xwe de ji rojnameya Xwebûnê re axivî.

Gulistan Kanîreşê der barê Bîra Gulê de ji bo rojnameya me Xwebûnê ev agahî dan, “Ez ji bakûrê Kurdistanê ji navçeya Çewlîkê Kanîreşê me. Bîra Gulê bernameyeke çand, huner û wêjeyî ye. Ez di temenekî cîwan de ji axa xwe dûr ketime lê di bîra giyana min de hesreta welat, xweşikiya çand û zimanê min maye. Lewra min xwest ku navê bernameya xwe bikim Bîra Gulê. Bîra Gulê televziyoneke online ye. Min di mala xwe de Studio çêkiriye ez û rejîsorê xwe Ferhad Denlî em bi hev re xebateke hevbeş dimeşînin. Her heftê roja pêncşemîê li gorî saeta Kurdistanê saet di 21’an de bi awayekî zindî li ser tora civakî tê pêşkeşkirin. Mêvanên min ji du zaravayên kurdî li stûdyo yan jî li ser înternetê cih digirin. Em bi riya Bîra Gulê li ser ziman û çanda kurdî nîqaş an jî sohbetan dikin”.

Ez evîndara nirxên xwe me

Kanîreşê weke dildarek çanda kurdî der heqê mebesta bernameya xwe de diyar kir ku li dûrî welêt dijî lê ruhê wê li welêt re ye û wiha got, “ Mixabin ez jî weke gelek dildarên welat, çand û zimanê xwe, di temenekî cîwan de bi laşî ji axa xwe dûr, li dîasporayê dijîm. Lê bi giyanî qet ji canda neteweya xwe dûr neketime. Ez jî weke gelekan evîndarê cand, ziman û nirxên xwe me, her çiqas ji welatê xwe dûr bibim jî, min xwest bi riya medya dijîtal, keda xwe bixim nav keda xizmetkarên çand û zimanê kurdî. Ziman û çanda me ber bi xeteriyeke mezin ve diçe. Lewra min jî xwe peywirdar dît ku di sala 2022’yan de bi durişma, ‘ramana jinê hêza jiyanê ye’ dest bi bernama Bîra Gulê kir. Ev sala duduyan e bernameya Bîra Gulê pêşkêş dikim”.

Ev xebat derfeteke kêrhatî ye

Gulistan Kanîreşê di sala 2023’yan de rêvebiriya bernameyê berfireh kiriye û xebatên xwe li gorî rewşa nû bi rê ve dibe. Ji bo vê rewşa nû ev agahî diyar kirin, “Her çiqas rêveberî û rejîsorê bernameyê hebin jî, di aliyê pêkeşvaniyê de zêdetirî salekê min bi tenê pêşkeş kir. Lê me dît ku, her diçe eleqe zêdetir dibe, lewra me dest bi xebateke pêşkeşvaniya kolektîf kir. Niha di giştî ekîba bernameya Bîra Gulê de 5 heval dixebitin. Rêvebir, rejîsor û sê pêşkeşvan hene. Ji vê ekîbê du heval li Kurdistana bakur li Amedê dijîn. Hevalek li başurê Kurdistanê li Hewlêrê dijî. Rejîsor li metrepolên Tirkiyeyê û ez jî li Ewropa yê dijîm. Ji bo xebatên bernameyê di pêşerojê de em li ser projeyên berfireh disekinin.”

Kanîreşê anî ziman ku dema mêvanên bernameyê hildijbêrin û wan vedixwînin li gorî prensîbên hevpar tevdigerin û li ser mijarê wiha got, “Min di serî de got, xebatên Bîra Gulê bi giştî li ser medya dijîtal têne birêvebirin, her wiha mêvanên bernameyê jî. Dibe ku mêvanên me bi hezaran km ji me dûr bin lê daxwaz û xizmetên me heman riyê de ne. Prensîbên me jî ji bo beşdariya mêvanan ev in: Divê mêvan di qadekî de bi hunera xwe xizmeta çand û ziman bike û girêdayîna xwe ya hunera neteweya xwe bi zimanê xwe, temaşevan û guhdarên Bîra Gulê re vebêje”.

Rêvebira bernameya bîra gulê Kanîreşê ji bo medya dijîtal û youtubeyê nêrînên xwe wiha diyar kirin, “Mixabin jiyan bi giştî bûye medya dijîtal. Her çiqas em dibên mixabin jî lê di aliyekî de başiyên wê jî hene. Meriv çiqas ji hev dûr be jî, bi riya medya dijîtal daxwaz û nêrînên xwe bi hev re parve dike. Û her wiha em jî bi riya vê medyayê weke ekîba Bîra Gulê dixwazin xizmeta çand û zimanê xwe bigîhîjînin gelê xwe”.

Xebat û projeyên min hene

Gulistan Kanîreş der barê xebatên xwe de jî wiha axivî, “Bê guman ji bilî bernameya Bîra Gulê xebatên min ên din jî hene. Ez jineke aktîvîst im saziya jinan a Utamara de pêywirdar im, di heman demê de, di rêveberiya Enstîtûya Kurdî li Stockholmê de bi riya zoomê bi awayekî aktiv kar û xebatên wêje û ziman, bi du zaraveyên kurdî (kurmancî û kirmanckî) di heman demê de helbest û maqaleyên wêjeyî û beşên huner ên dinê re jî mijûl im. Di sala 2022’yan de pirtûkeke min a helbestan a bi navê Rondikên Veşartî ji aliyê Weşanxaneya J&J’ê ve hate çapkirin. Min di mala xwe de Studio ava kiriye. Ji bo pêşerojê hin plan û projeyên min yên din ji hene”.

Kanîreşê behsa xebatên xwe yên pêşerojê jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Bîra Gulê dergûşa dayika min a piçûk e. Lê ku ez li vê dergûşê baş binêrim, elbet piştî demekê, wê bibe jineka bedew û bi xemla xwe bikeve hembêza dayika Kurdistanê. Weke min di serî de jî got der barê Bîra Gulê de planên min ên berfireh hene. Bawerî û hewldanên min, di demeke kin de, di bin siwana Bîra Gulê de bi zêdekirina hin bernameyên din wekî navdarên kurd, zarok, jin, cand û erdnigarî werin pêşkeşkirin”.