3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xortê ermen Agop

Li Kurdistanê  bi piranî jî herêmên Serhed, Qers, Agirî, Wan û  Mûşê  bi zêdeyî  gelê ermen li deveran dijiya. Gelê ermen xwedan  çand û huner bûn. Ew bi gelê kurd re  kirîv û dost bûn . Lê Mixabin  talî çi hat serê wan ew jî mijareke din e. Xortek  bi navê Agop li gundekî  herêma Kopê dijiya. Bi seyd û nêçîrê ve girêdayî bûye û her wisan ji malbateke zengîn û maldar bûye. Di wê demê de  êdî sîxur û nebaş  bi destên jontirkan ketibûn herêmê. Dengê qirkirin û kuştina gelê ermen hêdî hêdî dest pê kiribû.

Agop se û tajiyên nêçîrê xwedî dikir,  ji ber wê ji seyên xwe yê bi navê ‘çomo’ gelekî hez dikir. Rojekê serê sibê radibe  ku seyê wî li ber derî miriye,  dest davêjê  bê can û bê giyane. Li perê gund erd dikole û seyê  xwe bin ax dike. Di wê demê de li hin cih û deveran dewletê Qereqol û Nehiye avakiribûn.  Li nehiyan midûr  û çend leşker wekî mifreze danîbûn.  Dema gîlî dest pê kiribûn û  sîxur diçûn nehyeyan gilî dikirin.  Dema  Agop Seyê xwe  binax dike ; hin ne xêrxwaz diçin bal midûr giliyê wî dikin. Agop  ji seyê xwe re  tirbek çêkiriye. Li ser vê yekê midûr  qasidekî dişîne pey Agop da ku were ba wî. Dema Agop vê yekê dibihîze, dizane ku dewleta Romê li wan  bi rikin, wê wî ceza bikin.

Malbateke maldar bûne , Agop  kîsek zêr dike berîka xwe û berê xwe dide nehyê bal midûr. Diçe li derî dixe û dibêje; ez benî  we ez xwestibûm va ez hatime, navê min Agop e. Midûr  qamçiye xwe digire û bi ser de dihejîne û dibêje; min bihîstiye ku te ji seyê xwe re tirbek çêkiriye ma tu li gorî ola me nizanî ku heram e.

Agop dibêje ez benî ka leşker û kesên li vir derîne derve, ez ê ji te re serpêhatiya vê yekê bibêjim. Midûr dibêje: Başe ka derkevin ev zilam ji min re wê çi bibêje gelo?.

 Agop dibêje; ez benî navê seyê min Çomo bû lê ka bipirse ji bona çi min jê re tirbek çêkriye û ew bin ax kiriye.

Midûr dipirse:  Ka bibê je çima?  Agop dibêje: Ez mirovekî  xizan bûm bi ku derê de biçûma seyê min Çomo terka min nedikir . Rojekê ez çûm nêçîrê di nava xirbekî de rûniştim,  Çomo bi piyê xw ve  erd  kola wekî mirovan bi min re axivî û wiha got: Agop vê derê bikole kûpek zêr tê de ye, ji xwe re derxe. Min kola  û kûpê zêrê xwe anî malê û bi malbata xwe re par vekir. Seyê min ji min re  wesiyet kiribû gotibû,  serê her yek ji malbata we çiqas ketine, hun ê bi qasî para xwe zêr bidin midûr. Lewre  dewlet e, we diparêze, keremke ez benî ev kîsê zêr jî para te ye. Dema çavên midûr bi zêran dikeve wiha dibêje:  Kekê Agop rehmetiyê Çomo der barê min de, wekî din çi got?

Agop Kîsê zêran dide midûr û dibêje: Silavên  Çomo ji te re hebûn û ji te re serkeftin dixwest. Midûr zêrê xwe digire û dibêje: Kekê Agop vê wesiyeta Çomo ji tu kesî re nebêje, bila nizanibin ku xwedan kefş û kiramet e; here oxir û feleka te ya xêrê be, engasiyeke te hebe were bal min. Lewre Qedrê  Çomo li bal min gelek e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê