7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Celebên dostan

Carekê mirovek ji kalmêrekî zana dipirse û dibêje gelo çend celebên dostan hene? Mirovê zana hinekî diponijê û bersiva wî mirovî wiha dide: Hin heval û dost hene wekî nan û avê ne ku mirov herdem li wan digere. Hinek dost jî weke derman in dema ku hewcedarî bi wan hebe mirov gazî wan dike.

Hinek dost jî wekî sîwanê (şemsiye) ne, dema ku baran dibare ew winda dibin û tu digerî nagerî wan nabînî. Her wiha hinek dost hene wekî nexweşiyê ne, ew li te digerin û te dibînin.

Îca ji berê de gotine neçe ba kesên te dikenînin lê biçe ba kesên te digirînin. Her wiha dibêjin; bêje min hevalê te kî ne, ez ê ji te re bêjim tu kî yî.

Rehma xwedê lê be, rehmetiyê bavê min digot ‘qenc li me nagerin û pîs jî dest ji me nagerin’. Lewre jî divê mirov dost û hevalên xwe baş hilbijêre.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê