18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ingilistan li pey çi ye?

Bi şerê dawî yê bi armanca dagirkirina Kurdistanê re gelek mijar zelal dibin û gelek mijar jî dibin sedema pirs û fikaran. Di serê van mijaran de pozîsyona Ingilistanê heye. Ev pozîsyona dibe sedema pirsan û fikaran.

Bêguman di sedsalên dawî de hema bêje di hemû geşedanan de rista polîtîkayên Ingilistanê hene. Her çiqasî ew bi xwe yek bi yek di nav geşedanan de tune be jî şêwaza siyaseta Ingilistanê risteke sereke dilîze. Lê dema were lêkolînkirin dê were dîtin ku bi geşedanên dawî re Ingilistan careke din dixwaze bibe xwedî helwest. Dixwaze şêweya geşedanan, pêşketin û bûyeran ew bi xwe diyar bike. Vê armanca xwe herî zêde jî di şerê navbera Ukrayna-Rûsyayê de dide xuyakirin.

Şerê Ukrayna-Rûsya (bi rastî şerê xwesteka hegemonbûna Rûsya û NATO’yê) du meh zêde li pey xwe hişt. Wisa xuya dike ku dê ev şer dirêjtir bibe. Di vî şerî de tişta herî balkêş rewşa Ingilistanê bû. Ji hemû dewletan zêdetir polîtîkayeke tund û êrîşkar meşand. Mirov dikare bêje ku pêşengiya hemû destwerdanan Ingilistanê kir. Berî her tiştî leşkerên di nav artêşê de û yên teqawît bûne di nûçeyan de derketin pêş. Berê xwe didan Ukraynayê. Serokwezîrê Ingilistanê bi xwe di her daxuyaniya xwe de sekna li hemberî Rûsya dianî ziman. Piştgiriya xwe ya ji bo leşkerên tev li şerê dijberî Rûsya bûne jî vekirî aşkera dikir. Bi awayekî aşkera Ingilistan bûye navenda meşandina şerê li dijî Rûsyayê. Lê mesele tenê bi Ukrayna re ne sînordar e.

Di 19’ê avrêlê de bi hevdîtîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî û Serokwezîrê Ingilistanê John Borînson re posîzyona Ingilistanê careke din ket holê. Hem hevdîtinin bi Tirkiyeyê re hem jî hevdîtinin bi Herêma Kurdistanê re pirsên gelo Ingilistan li pey çi ye xistin rojevê.

Di nava salekê de trafîka hevdîtinên Tirkiye-Barzanî, Tirkiye-Ingilistan, Ingilistan-Barzanî gelek zêde bûne. Tenê di nava çar mehên dawî de Erdogan û Borînson sê caran hevdîtin kirine. Her wiha Erdogan û Barzanî di nava salekê de bi dehan caran hatine cem hev. Tişta balkêş ew e ku ev hevdîtin ne bi rayedarên Iraqê bi xwe re, bi kesên ji malbata Barzanî re têne kirin. Ji Herêma Kurdistanê jî ne bi rayedarên Hikûmeta Kurdistanê bes bi rayedarên Barzaniyan re hevdîtin tên kirin. Ligel ku bi dehan caran Erdogan û Barzaniyan ligel hev hevdîtin kirine, Erdogan di nava salekê de tenê sê caran (13’ê gulanê, 21’ê tebaxê, 28’ê mijdarê-2021) bi Serokwezîrê Iraqê re hevdîtin kiriye.

Gelo ev hevdîtin tê çi wateyê?

Ingilistanê hem di şerê cîhanê yê yekemîn de hem jî di yê duyemîn de bandora xwe li geşedanan kir. Di şerê yekemîn ê cîhanê de di encama polîtîkayên Ingilistanê de Rojhilata Navîn dabeşî dehan dewletan bû. Bêguman rista Fransa jî tê de hebû. Lê rola sereke Ingilistanê dilîst.

Dîsa di şerê duyemîn de jî Ingilistanê her çiqasî hêza xwe wenda kiribe jî di geşedanan de rola xwe lîst û parzemîna Ewropayê şêweya îro girt. Sînorên dewletan diyar bûn. Yekitiya Ewropayê hat damezrandin. Lê ji ber ku hêza xwe wenda kir Ingilistan ji hêza hegemonîk ket. Demeke dirêj wekî dewleteke endama Yekitiya Ewropayê tevgeriya. Di nava xwe de gelek krîzên siyasî û aborî jiya. Dewletên di bin mêtingeriya wê de yek bi yek jê qut bûn. Bandora xwe ya li ser Rojhilata Navîn hêdî hêdî wenda kir. Ji Filistîn û Misirê vekişiya.
Her çiqasî Ingilistan bi awayekî fizîkî ne li Rojhilata Navîn be jî tu carî dev ji eleqedariya xwe ya li ser Rojhilata Navîn berneda. Di referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê de dewleta ku herî zêde bi polîtîkayeke zirav û bitesîr bertek nîşan da Ingilistan bû. Ew Ingilistana ku bertek nîşan da niha bi awayekî heybet Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî dike. Heman tişt ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e. Du dewletên ku bertekên herî tund nîşan didan niha ji hemû dewletan zêdetir bi Barzaniyan re têkilî datînin û eleqeya xwe ya ji bo Kurdistanê aşkera dikin. Xuyaye planek di meriyetê de ye.

Ingilistan ji bo careke din di geşedanên cîhanê de bibe xwedî rol û bibe hêza hegemonîk di destpêkê de ji Yekitiya Ewropayê derket. Di destpêkê de ev rewş wekî lewazbûnekê dihate nirxandin. Gelek derdoran digotin Ingilistan nikare wisa bidome. Mixabin Ingilistanê plana xwe ji zû ve amade kiribû. Ingilistan, ji bo bandorê li ser geşedanan bike dixwest serbixwe be. Lewma xwe ji derveyî biryarên Yekitiya Ewropayê hişt. Niha jî di şerê li hemberî Rusyayê de û di şerê li hemberî Tevgera Azadiyê de roleke sereke dilîze.

Divê neyê jibîrkirin, dewlata ku plana komploya navneteweyî amade kir û xiste meriyetê Ingilistan bi xwe bû. Dewleta ku aqil dida NATO’yê Ingilistan bi xwe bû. Di nav dewletên Ewropayê de ya ku herî zêde Rojhilata Navîn nas dike Ingilistan e. Niha ji aliyekî ve sendîkayên karkeran pêşengiya têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dikin ji aliyê din ve desthilat pêşengiya plana dagirkirina tevahiya Kurdistanê dike. Vê planê jî bi Tirkiye û malbata Barzanî re dike.

Bi şerê Ukrayna-Rûsyayê re pirsgirêka enerjiyê rû da. Ewropa piranî girêdayî enerjiya Rusyayê ye. Lê vî şerî talûkeya pêşerojê raxist ber çavan. Lewma Ewropa kete nav hewldaneke alternatîf. Alternatîfa enerjiya Rûsya, petrol û gaza Rojhilata Navîn e. Ingilistan bi piştgiriya Tirkiye û malbata Barzaniyan dixwaze berî her kesî xeta enerjiyê bixe bin hakimiyeta xwe. Ji bo pêkanîna plana xwe jî diyar e Tevgera Azadiyê ji xwe re wekî astengiyekê dibîne. Jixwe Tirkiye bi salan e li dijî Tevgera Azadiyê şerekî mezin dimeşîne. Malbata Barzaniyan jî ji Tevgera Azadiyê aciz in. Berjewendiyên van her sê hêzan li dijî Tevgera Azadiyê dibin yek.

Ingilistanê ji bilî nava mala xwe tu carî girîngî nedaye demokrasiyê. Polîtîkaya wê ya sereke ev e: ji bo berjewendiya dewletê, li derve tevlîheviyê derdixe, hêzên mezin berdide hev da ku bi ser bikeve. Tirkiyeyê jî tu car kurd qebûl nekirine. Di her şert û mercî de bi hemû derfetan şerê tunekirina kurdan a fizîkî, çandî, aborî, siyasî daye meşandin. PDK’ê û malbata Barzaniyan jî çi dema tevgerek an jî partiyek li hemberî berjewendiyên xwe yên malbatî û aborî dîtine ligel hêzên dagirker cih girtine û xwestine wan tasfiye bikin. Bi Iraqê re li hemberî YNK’ê, bi Îranê re li hemberî PDK-Î û Komala, bi Tirkiyê re li hemberî PKK’ê şer kiriye. Niha hem li Başûr hem jî li Rojava bi hevkariya Tirkiyeyê li dijî Tevgera Azadiyê şer dimeşîne. Ev karekterê PDK û Tirkiyeyê ji bo Ingilistanê jî nîmet e. Jixwe hişmendiya ku Tirkiye daye avakirin û polîtîkaya PDK’ê diyar kiriye ji berê ve Ingilistan bi xwe bû.
Ingilistan îro dixwaze vegere ser rola xwe ya esasî. Di şerê cîhanê yê sêyemîn de dixwaze bibe diyarkerê geşedanan. Vê xwesteka xwe jî di şerê Ukrayna-Rûsya de û di şerê li dijî Tevgera Azadiyê de bi vekirî îlan dike.