spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îngilistanê qirkirina êzidiyan nas kir

Hikûmeta Îngilistanê, di 9'emîn salvegera qirkirina çeteyên DAÎŞ'ê ya li dijî êzidiyan de bûyerên ku qewimîn bi rengekî fermî weke 'qirkirinê' nas kir.

Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê,  ji bo qirkirina çeteyên DAÎŞ’ê ya li dijî êzidiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û qirkirina 3’ê Tebaxa 2014’an nas kir. Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê ji Karûbarên Rojhilata Navîn Tariq Ahmad der barê mijarê de ev tişt got, “Şêniyên êzidî beriya 9 salan êşên gelekî giran ji destê DAÎŞ’ê kişandin û bandora vê yekê hîn jî dewam dike.”

Wezîr Ahmad, destnîşan kir ku edalet û hesabdayin ji bo mirovên ku jiyana wan parçe parçe bûye gelekî girîng e û wiha got: “Ev naskirina ‘dîrokî’ soza Qraliyeta Yekbûyî ya ji bo ‘wergirtina mexdûran a ji bo tazmînatê û xwegihandina edaleteke biwate’ xurt dike.”

Îngilistanê heta niha bûyerên li pênc deveran weke qirkirinê nas kiriye. Beriya niha qirkirina cihûyan, Bosna, Rûanda, Srebrenîca û Kamboçyayê weke qirkirinê nas kiribû.

Beriya niha Dîwana Edaletê ya Federal a Alman di 17’ê çileya 2023’yan de endamekî berê yê DAÎŞ’ê ji ber êrîşên qirkirinê yên li Şengalê û sûcên li dijî mirovahiyê mehkûm kiribû.

Sûcên li dijî êzidiyan yekemcar di 30’ê mijdara 2021’ê de ji aliyê dadgeha alman ve weke ‘qirkirinê’ hatibû naskirin. Piştre jî ji aliyê gelek parlamentoyan û saziyên navneteweyî ve weke qirkirin hate naskirin. Parlamentoya Almanyayê jî di meha çileye de qirkirina êzidiyan nas kiribû.