3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Însiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê hat avakirin

Li Herêma Ereban a Şengalê ciwan û jinên ciwan ên ji pêkhateya ereban, ji bo xwe rêxistin bikin civiyan. Ciwanan di civînê de Însiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê ava kirin.  Di çarçoveya xwe rêxistinkirina li ser bingeha civakek exlaq, polîtîk û têkoşîna azadiya jin û ciwanan, jinên ciwan ên ereb, li gundê Medîban a Şengalê civiyan. Ciwanan di civînê de Însiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê ragihandin. Însiyatîf ji 5 komîteyên wekî çand, huner, perwerde, werzîş, ragihandin û çandinî pêk tê. Navê înstiyatîfê bi zimanê erebî û kurmancî hate nivîsandin.

Di komcivînê de ciwanên ereb, endamên Yekîtiya Ciwan û Jinên Ciwan ên Êzidxanê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadiya Demokratîk ya Êzidî (PADÊ), Yekîneyên Jinên Şengalê  (YJŞ) û Endamên meclisa gel ya Şengalê û herêma ereban amade bûn.

Li ser navê TAJÊ Riham Hicû behsa girîngiya avakirina înstiyatîfê kir û wiha got: “Ciwan damara sereke ya avakirina civakê ne. Germbûna ku li gel ciwanan dihêle ku ciwan di hemû aliyan de xwe bi rêxstin bikin û xwedî rolekî girîn bin.

Endama Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Ruheyv Ereb jî wiha got; “Di serî de em avakirina vê insyatîfê li hemû Ereban bi taybet ciwanan pîroz dikin. Ciwan di vê herêmê de rolekî wan ya girîng heye. Ji ber ku ciwan bingeha parastina civakê ne. Bi taybet ji bo van herêman giringî heye, Iraq ji ber ti girîngiyê nade, ji bo wê lazime ev gav bihata avêtin.”

Li ser navê Yekîtiya Ciwan û Jinên Ciwan a Êzidxanê Sara Botan jî balkişand ser girîngiya yekîtiya xebatên ciwanên Êzidî û Ereb û got; “Em vê insiyatîfê li Rêber Apo pîroz dikin. Di pêvajoyek  wiha hesas de avêtina pêngavek bi vî awayî xwedî girîngiyekî mezin e. Piştî fermanê yekîtiyekî xûrt di nava Ereb û Êzidiyan de çêbûye.”

Di dawiyê de endama Însiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê Ewad rêziknameya insiyatîfê xwend.

Rêziknameya Însiyatîfa Ciwanên Ereb wiha ye:

“Têkoşîna ji bo azadiyê, fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas digire. Rêveberiya Xweser a Şengalê weke nasnameyekî rêxistinî û siyasî hildibijêre. Ji bo fermîkirina rêveberiya xweser însyatîf dê têbikoşe.

Însiyatîfa Ciwanên ereb a Şengalê YBŞ û YJŞ’ê weke hêza bingehîn a parastina gel û herêmê dibîne. Ji bo xûrtkirina vê hêzê berpirsyare.

Jinan wekî pêşenga civakê dibîne û ji bo azadiya jinê û civakê tekoşîn bidin meşdandin.

Însiyatîf bi rêzdarî hemû ol û baweriyan qebûl dike.

Li ser bingeha avakirina netewa demokratîk li hemberî zihniyeta desthiladar û zayendparê wê têkoşîn bike.

Mafê xwe parastinê li hemberî hemû êrîşên ji derve ên li ser aramiya herêmê, esase digire.

Rexne û rexnedayîn bingeha yekemîne.

Her kesê ku temenê xwe di navbera 15 heya 30 sal de ku van rêgezan qebûl bike, dikare cihê xwe di vê însiyatîfê de bigre.

Komcivîn bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.