6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di geliyekî kûr de keleh û pireke dîrokî û xweş

Mij girtiye van waran, çiyayên welatê min li hêviya rojên xweş û bedew in. Roj, zû rûyê xwe nişan dide li vî welatî. Ji ber wê yekê, ji vî warê bedew re gotine xaka pîroz.

Werin em bigerin li vî welatî. Em bigerin û bibînin xweşiyê û bedewiyê. Çiqas em pesn bidin jî nayê ziman, em bi tu hevokan nikarin bêjin çiqas şêrîne ev war. Şaristanî ji van diyaran belav buye. Ji ber wê, ev jîngeh bûye xemla welêt.

Vaye wê mij û moran belav bibe û roj hilbe. Çiyayên bedew rengê xwe yê serhildêr nîşan bide. Newal û çem, kanî û rûbar, lat û zinar, dar û devî wê xemla xwe girêbidin. Em li dilê Kurdistanê ne, li warê Seyîd Riza, di nav pakrewan û gorbûhiştan de. Em li Dêrsimê ne, Dêrsima rengîn û bedew…

Dema mijar dibe herêma Dêrsimê, kelecaneke cuda dilê mirovan dorpêç dike. Bajarê ku çiyayên asê hembêza xwe jê re vekirine, bi taybetiyên xwe yên dîrokî û bi dewlemendiyên xwe yên xwezayî dide xuyakirin ku evder cihekî taybet e, warekî hêja ye.

Dersîma ku her çar demên salê bi dewlemendiyên xwe yên cur bi cur mirovan pêşwazî dike, herî zêde jî bi xwezaya xwe ku wekî perçeyê bihûştê ye tê nasîn. Bi çem û robarên ku avên wan sar, bi çiyayên xwe yên asê û bi heybet, bi dar û daristanên xwe yên bedew, navendeke jêneger e.

Ev xwezaya dewlemend û rengîn di hembêza xwe de cih dide gelek deverên qedîm û dîrokî. Niha jî em ê hewl bidin ku behsa yek ji van bermahiya dîrokî ku di hembêza xwezayê de ji xwe re cih dîtiye bikin.

Ev der Pira Ribatê ye…

Pira ku her wiha jê re dibêjin Pira Kevirî…

Berî ku em we di ser pirê re derbas bikin û li vê bermahiya newaze bigerînin em ji Geliyê Ribatê dest bi gera xwe bikin.

Geliyê Ribatê, di navbera sêgoşeya bajarê Dêrsim û navçeyên Xozat û Pertagê de cih digre. Ev geliyê ku ji hêla çiyayên asê ve hatiye dorpêçkirin, mazovanî ji gelek deverên xwezayî re dike. Di nav geliyê Ribatê de du şiravên ku bilindahiya wan 150-200 metre ne hene. Ava ku di geliyê Ribatê de diherike can dide xwezaya xwe. Dar û berên li ber avê û di qûntara çiyê de xwezaya vê deverê hê dewlemend dike.

Teht û zinarên di Geliyê Ribatê de dide xuyakirin ku ev herêm çiqas asê ye. Ji ber ku van çiyayan xwezaya xwe ji her xirabiyê parastiye. Dema mirov hatine, di destpêkê de bi xwezayê re bûne heval. Paşê ev der ji wan re bûye jîngeh.

Hevaltiya mirov û xwezayê wek peymaneke nenivisandî ye. Lê paşê mirovên xirab hatine û vê peymanê xirakirine. Xwestine xwezayê di bin desthilatdariya xwe de bifetisînin. Ev şerê başî û xirabiyê bû. Şerê li hember dagirkeriya mirovan!

Geliyê Ribatê ne tenê bi xwezaya xwe, her wiha bi bermahiyên xwe yên dîrokî jî mirovan li xwe heyran dihêle. Keleha Ribatê yek ji van bermahiyên dîrokî ye. Keleha ku ji dema Ûrartûyan heta roja îro hatiye, bi zinarên derdora xwe wek parastgehek newaze ye.

Wekî me di serî de jî anî ziman ji vê pirê re dibêjin Pira Kevirî jî. Tê texmînkirin ku ev pir di serdema navîn de hatiye çêkirin. Di çêkirina wê de kevirên jêkirî û yên moloz hatine bikaranîn. Ji ber teknîk û xerca ku pê hatiye çêkirin, li gel pêvajoya sedan salan rastî texrîbateke mezin hatibe jî, îro hê jî li ser piya ye. Bi ava ku di bin re derbas dibe, dîtaberiyeke bêhempa radixe ber çavan û herdu aliyê çem bi saya wê hevdu hembêz dikin. Ev pira qedîm, ger li kîjan deverê dinyayê bûya em bawerin wê bi her awayê bihata parastin. Lê mixabin Pira Ribatê gelek rastî texrîbatê hatiye.

Ava Geliyê Ribatê di demsala zivistanê de rê nedaye karwanan û mirovên çiyayî. Wan jî ji bo xwe vê pira kevirî ava kirine. Wisa xuyaye Pira Kevirî, di dema xwe de gelek karwan di ser pişta xwe re dirbas kiriye û oxira wan kiriye. Di nav van çiyayên asê de bûye pira di nav bera du çiyayan de.

Dema mirov li derdora pirê digere rastî hin bermahiyên din yên dîrokî tê. Kevira gorê ya serberan yek ji van bermahiya ye. Xuya ye kevir behsa gelek tiştan dike. Li ser kevir hin fîgur û şeklên nivisandî hene. Mirov dikare bêje nîşaneyeke di derbarê dîroka vê herêmê de. Dîsa hin şikeftên dîrokî û gorên zinaran jî bermahiyên dîrokî ya Geliyê Ribatê ne.

Her wiha em bibîr bêxin ku ev pira dîrokî û Keleha Ribatê û hin bermahiyên din yên Geliyê Ribatê, ji hêla Lijneya Parastina Bermahiyên Çandî ya Erziromê ve bi dereca yekem wek qada SÎT a arkeolojîk hatiye îlan kirin.

Geliyê Ribatê bi tevahiya hebûna xwe wek bermahiyeke dîrokî û jîngeha mirovahiyê ye. Pira Kevirî jî bi herikîna ava zelal û xweşikbûna derdora xwe mîrateyeke welatê me ye. Ev taybetiya geliyê Ribatê, nirx û qedrê Dêrsimê hê bilindtir dike û vê diyarê bêhtir xweş dike.

Wêne: Bîlal Gezer 