3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mexmûr hafizeya gelê kurd e

Balafirên şer ên Tirkiyeyê di şeva 1’ê sibatê de bi awayekî hemwext Mexmûr, Şengal û Dêrik bombe kir. Di êrîşa hewayî de li Mexmûrê 2 endamên ciwan ên Parastina Cewherî ya Mexmûrê, li Şengalê 3 û li Rojava jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Li dijî êrîşan li Mexmûr, Şengal û bajarên Rojava gel derket kolanan û êrîş şermezar kirin. Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak têkildarî êrîşên balafirên şer ên Tirkiyeyê yên li dijî Mexmûr, Şengal û Rojava ji Xwebûnê re axivî.
Budak anî ziman ku di 1’ê sibatê de bi destpêkirina meha sibatê û salvegera komployê de êrîş pêk hat û wiha got: “Dema çalakiyên şermezarkirina tecrîdê û çalakiyên li dijî komployê zêde dibin û dikevin rojevê, êrîş jî zêde dibin.”

Mexmûr xwedî statu ye

Budak anî ziman ku dema rewşa Mexmûrê bigirin dest, ji 2017’an heta niha êrîşên hewayî bênavber pêk tên û wiha axivî: “Mexmûr wargehek penaberan e. Li vir nêzî 12 hezar mirov dijîn. Civakek sivîl e. Xwedî dîrokeke penaberiya 27 salan e. Wargeh ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve tê nasîn. Berpirsiyarê vê wargehê ne. Em li ser axa Iraqê dijîn. Ev axa ku ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve tê bombebarankirin axa dewleta Iraqê ye. Bi cihbûna wargeh Mexmûrê di sala 1998’an de ji aliyê Komara Iraqê ve hatiye erêkirin. Wargeha Mexmûrê xwedî statuya penaberên siyasî ye. NY’ê ev statu daye wargehê. Li gel vê berpirsiyariya Iraqê û NY’ê ji sala 2017’an heta niha bi dehan caran balafirên şer ên Tirkiyeyê êrîşên hewayî pêk anîne. Hedefgirtina Mexmûrê pir alî ye. Qirkirina kurdan polîtîk e. Li aliyê din ev wargeh 27 sal in li dijî zilm, qirkirin zor û êrîşan bûye penaber û li ber xwe dide. Ji bo vê civakê belav bikin, bêrêxistin, bêparastin û bêvîn bihêlin êrîş dikin.”

Teslîmiyet qebûl nekir

Filîz Budak têkildarî armanca êrîşên li dijî Mexmûrê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Ev civak di salên 1990’î de dema li ser warê xwe bûn, bi şewitandina gundan, bi valakirina cih û waran, bi kuştinên faîlê wan dewlet û gelek qirkirinên cuda re rû bi rû man. Vê civakê teslîmiyet û serîtewandina li dijî dewletê qebûl nekir. Ji ber zilm û zorê terka welatê xwe kirin û hatin li başûrê Kurdistanê bi cih bûn. Li vir ya dewletê ditirsîne hêza rêxistinbûyînê ye. Serînetewandin û hêza berxwedanê ye. Li gel hemû zor û zahmetiyan li ber xwe didin. Bê welat maye li ber xwe daye. Li gel ambargoya zexîreyan li ber xwe daye. Li dijî êrîşên DAIŞ’ê dîsa li ber xwe da. Ev 3 sal in Mexmûr dorpêç kirine, gelê Mexmûrê li dijî vê dorpêçê li ber xwe dide. Ji derman bigire heta av û zexîreyan ambargo heye. Lê dîsa li ber xwe dide. Li 8 wargehan bi cih bûn. Lê ji 8 wargehan hatin koçberkirin. Ji 1994’an heta îro 8 cih guhertin. Ji bo civakek sivîl ku ji 12 hezar mirovan pêk tê, her ji 2 meh, 6 meh û salê carekê cih biguhere di aliyê fizîkî, ruhî û derûnî de westandin û travmayekê dide çêkirin.”

Vîneke bêhempa heye

Budak bal kişand ser berxwedana gel û wiha berdewam kir: “Vîneke bêhempa heye. Di berxwedan û parastina nasnameyê de berxwedaneke bêhempa ya gel heye. Ev berxwedan çavê dijmin ditirsîne. Dewletê bi armanca ku bêkok û bêçand bihêle xwest belav bike. Lê dît ku ev berovajî bû. Dît ku civaka penaber bûye, bêtir li çand, nasname û vîna xwe xwedî derdikeve û bêtir hêza parastina xwe xurt dike. Ji ber vê yekê êrîşên li dijî Mexûrê zêde dikin.”

Mexmûr bîr û bawerî ye

Budak li ser nasnameya Mexmûrê jî agahî da û wiha got: “Mexmûr şahidê kiryarên Tirkiyeyê yên salên 1990’î ye. Hafizayeke zindî ye. Şahidê hemû qirkirin, şewitandin, valakirin û komkujiyên salên 1990’î ye. Ji bo vê hafizayê ji holê rake, ji bo vê hafizayê belav bike ji hemû aliyan ve êrîş dike. Di sala 2014’an bi DAIŞ’ê ceriband. Lê çeteyên DAIŞ’ê ku cîhan ew qas jê ditirsiya li Mexmûrê bi bin ket. Dema DAIŞ li Mexmûrê têk çû, hêza civakî derket holê. Piştî dewletê hêza civakî ya derket holê dît bêtir êrîş kir. Xwestin tola DAIŞ’ê hilînin.”
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Budak bal kişand ser israra êrîşan û ev tişt anîn ziman: “Tirkiye ber bi hilweşînê ve diçe. Ji bo vê sedsalê qezenç bikin DAIŞ’ê bikar tînin. Ji bo sedsalê qezenç bikin koz û çeka wan a herî dawî DAIŞ bû. Niha dixwazin li Rojava, Şengal û Mexmûrê bi çeteyên DAIŞ’ê felaketeke din bi pêş bixin. Çawa di sala 2014’an de komkujiyek pêk anîn, li Hesekê bi hewldana berdana DAIŞ’ê xwestin felaketeke din bînin serê gel lê ev planên wan hem di 2014’an de hem jî bi berxwedana li Hesekê têk çû. Dema em li herdu têkçûnan dinêrin bi rastî dixwazin tola vê têkçûnê hilînin. Cihê ku DAIŞ lê têk diçe Tirkiye êrîşî wir dike. Niha êrîşa li dijî Mexmûr û Şengalê jî ji yên din ne cudatir in.Tişta ku ew bi ser naxe hewl dide bi destê DAIŞ’ê bi ser bixe. Ev jî nîşanî me dide ku DAIŞ yekser desteka AKP-MHP’ê ye. Çeka wan a li Rojhilata Navîn e ku li dijî tevgera azadiyê û gelê kurd bikar tîne.”
Budak, li ser wêneyê ku Barzanî û Erdogan bi hevre kişandibû jî ev agahî da: “Beriya êrîşê li Necefê hevdîtinek pêk hatibû. Piştî wê bi şev êrîş pêk hat. Roja piştî êrîşê li qesra Erdogan hevdîtin pêk hat. Ev hevdîtin bi lezgînî belav kirin. Ev hevkariya ku pêk hatiye radixe ber çavan. Jixwe daxuyaniya leşkerî ya peşmergeyan jî hebû. Gotin cihê balafiran lê xistiye zerara pêşmerge û leşkerên Iraqê tune ye, ji ber vê yekê me eleqedar nake. Mîna ku yên li Mexmûrê ne kurd bin, wekî ne civakek sivîl e, fermandarê hêza pêşmergeyan ku em dibêjin kurd in, li dijî vê êrîşê daxuyaniyek wisa dide. Hevdîtina Neçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re nîşan dide ku plansaziyên hatine kirin û êrîşên hatin kirin hevkar in.”

Bang û peyam

Budak herî dawî bang li hêzên NY’ê û Iraqê kir û got: “Gel pir zelal berteka xwe anî ziman. Şeva êrîş pêk hat, gel di bin bombebaranê de bê xew, li gel sir û sermayê li cihê êrîşê kom bûn. Di nava xirabeyan de birîndarên xwe derxistin. Ji ber berxwedanê gav paş ve ne avêt û tawîz neda. Em wargeheke penaberan e. Em li ser axa Iraqê dijîn Divê Iraq li axa xwe xwedî derkeve. Wargeh di bin sîwan û berpirsiyariya NY’ê de ye. Divê NY li vê berpirsiyariya xwe xwedî derkeve. Divê Hikûmeta Iraq û NY erka xwe pêk bîne. Li aliyê din kurdistanî û gelê kurd divê li dijî van êrîşan çalakiyên pêwîst pêk bîne. Ji ber ku êrîşên li dijî Şengal, Mexmûr û Rojava, êrîşên li dijî Pergala Neteweya Demokratîk in. Her sê cih xwedî hêz û pergala rêveberiya xweser in. Her sê cih bi berdewamî ji aliyê hêzên navdewletî ve têne bombebarankirin.”