17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Alinak: Ev meclis, meclisa mîlîtarîst e

Komîsyona Amedekariyê ya Meclisê, ji bo Parlamenteriya Parlamentera HDP’ê Semra Guzel rakin li hev civiyan û biryar dan ku destnedayîna Semra Guzel rakin. Der barê rakirina destnedayîna Guzel de wê biryara dawîn li Lijneya Giştî ya Meclisê bê dayîn. Heke biryara rakirina destnedayîna Guzel bê dayîn dê ji du dosyayan biryara darizandina Guzel bê dayîn.

Siyasetmedar û nivîskar Mahmut Alinak, têkildarî niqaşên betalkirina parlamenteriya Parlamentera HDP’ê Semra Gulez û helwesta Meclisa Tirkiyeyê nirxandin kir. Mahmut Alinak, anî ziman ku tu feraseta meclisa Tirkiyeyê nehatiye guhertin û wiha got: “Beriya her tiştî Semra Guzel bêxwedî nîne. Divê em li Semra Guzel xwedî derkevin û wê biparêzin. Ev parastin, ji bo me 30 milyon kurdan deynekî pir pîroz e. Ev pirsgirêk di şexsê Semra Guzel de tê dîtin ku dewleta tirk nayê guhertin. Tê zanîn ku di sala 1993’an de em parlamenterên kurd girtin û avêtin zindana Ulucanlarê. Piştî wê hûn dizanin çi hat serê hemû parlamenterên kurdan?. Di sala 1993’an de min li kursiya Parlamentoyê got ‘Em zenciyê vê meclîsê ne. Çawa Ewropa muameleyên cuda bi zenciyan dikin, hûn jî li meclisê heman muameleyê bi me dikin. We li meclisê kemîn danî pêş me. Ev meclis li me bû zindan. Wezîr Coşkun Kirca derket ser kursiyê û got “Eger hûn tirk in, ji xwe hûn tirk in. Lê ku hûn dibêjin em tirk nînin, wê demê tenê mafekî we heye. Ew jî bêdengî ye. Eger hûn bi bêdengiyê razî bibin, wê demê hûn ê merhameta dewleta me bibinin. Na eger hûn vê yekê qebûl nekin, cihê we zindan e. Piştî wê jî em avêtin zindana Ulucanlarê. Dewletê wê demê biryarek wiha da û niha jî didome.”

‘Hasan Hayrî li Amedê darvekirin’

Nivîskar Alinak, bal kişand ser çîroka Hasan Hayrî ya li meclisê û wiha axivî: “Li Koçkirî komkujî çêdibe. Li ser kurdan komkujî tê kirin. Wê demê Hasan Hayrî li meclisê derdikeve ser kursiyê û dibêje ‘Kurd û tirk birê hev in. Em naxwazin gelê kurd ji tirkan biqetin.’ Mustafa Hayrî têkildarî vê gotina xwe gotibû ‘Mustafa Kemal wisa ket kelecanê. Ji kelecanê piyê xwe li erde dixist. Dema ez ji kursiya meclise daketim Mustafa Kemal ji min rîça kir. Got sibê tevî cilê xwe (çekên xwe) yên neteweyî kerem bike û were meclise. Roja din ez û hevalên xwe tevî cil û bergên xwe yên neteweyî çûn meclise. Li pey wê me ji Lozanê (wê demê li Lozanêmuzakere çê dibin) re telgiraf şand û me got ‘Em naxwazin ji tirkan qut bibin. Em dixwazin tevî tirkan bijîn.’ Piştre hûn dizanin çi hat serê Hasan Hayrî. Hasan Hayrî li Amedê darvekirin.”

‘Meclisa xwînmijan e’

Nivîskar Alinak anî ziman ku 8 salan li meclise ma û wiha berdewam kir: “Çapemeniya tirk ez wekî partiyek bi serê xwe pênase dikirim. Piştî 8 salan min dît ku min misqalek gav neavêtiye. Vê meclise ji bo gelê bindest tu tiştekê çê nekiriye. Ev meclis meclisa mîlîtarîst û meclisa xwînmijan e. Ji wê demê heta niha tu tişt nehatiye guhertin. Tu çi bike ew nijadperest in. Di xwîna wan de dijminantiya kurdan heye. Ez tevan nas dikim. Dema qala gelê kurd dikin dibehecin. Em dibêjin biratî. Lê biratî miratî tune ye. Dema tê hesabê wan dibêjin ‘Em birayê olî ne’.”

‘Min got bi hêza xwe heqê xwe bistînin qiyamet rakirin’

Niviskar Mahmut Alinak, bal kişand ser salên 1991’ê û wiha rojên li meclisê bibîr xist: “Ez wê demê derketim kursiya meclise û min got pir zulm tê kirin. Yên ku zulm li wan tê kirin heqê wan tê xwarin. Ciheki lê gilî bikin û bêjin zilm li me hatiye kirin tune ye. Ji ber vê yekê em dest bi Îhkaki Heqê dikin. Yanî bi hêza xwe heqê xwe dixwazin. Bi destê xwe heqê xwe distînin. Ji ber vê yekê qiyamet rakirin. Ez ji kursiye avêtim û nehiştin ez bibaxivim.”

‘Dibêjin em zincîrê bavêjin stuyê we û zimanê we girê bidin’

Nivîskar Alinak li ser helwesta hikûmet û dewletê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Niha dibêjin necin çiyê, werin meclise. Ê tamam em bên meclise. Lê li meclise jî dibêjin ‘Em ê zincîrê bavêjin situyê we. Zimanê we jî gire bidin. Hûn li wir bibin rengê vîtrîna me. Bibin xweşikahiya vîtrina me. Em bêjin vay di nava me de kurd hene’. Dixwazin em li meclise bibin Diyab Axa û Meco Axa. Dema xeber didin jî dibêjin hûn xayinê welat in.”

‘Ku em helwesta xwe diyar nekin dê dîrok dubare bibe’

Alinak, li ser hêz û derfeta heyî jî rawestiya û got: “Gelek tiştên ku hêzên sivîl û em bikin hene. Ew derfetana jî hine. Ez bawerim ku em wan îmkanan bînin rojevê û dengê xwe bililnd bikin, wê demê ew nikarin Semra Guzel bavêjin girtîgehe. Lê tenê em bi axaftinê pêvajoyê berdewam bikin nabe. Çawa di 1993’an de hêj em li meclisê bûn, polîsan û TEM’ê cihê me amade kiribû, dema em li TEM’ê bûn jî li Girtîgeha Ulucanlarê  li qoşîşa 9’an cihê me amade kiribûn. Niha jî ku em helwesta xwe nişan nedin ji bo Semra Guzel jî kengî li ku û çawa binçav bikin û bişînin kijan girtîgehê plan kirine. Kijan dadger darizîne tev amade kirine. Tişta ew bikin amade kirine. Lê gelek tiştê em bikin jî hene.”

Alinak, herî dawî  bang li nûnerên siyaseta muxalif jî kir û wiha got: “Kesên di vê meseleye de xwedî biryar in û bang li min bikin ez dikarim fikrên xwe bi wan re parve bikim. Eger em vê yekê têxin meriyetê em ê rê li pêş girtina Semra Guzel bigirin.  Niha derfet gelek zêde ne. Em wan derfetan têxin meriyetê û rola xwe ya dîrokî pêk binin, ew nikarin bi ser me de bên. Em projeyên xwe yên sivîl û îtîata sivîl bînin rojevê ew nikarin bi ser me de bên.”