8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eren Keskîn: Êşa Emîne Şenyaşar berberî hemû êşan e

Malbata Şenyaşar a 3 ferdên wê di 14’ê hezîrana 2018’a de ji aliyê parazvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin 335 roj in Nobeda Edaletê digire. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di 9’ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kiribû. Malbatê îro jî li heman qadê çalakiya xwe berdewam kir. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn serdana malbatê kir. Keskîn, diyar kir ku li ser navê Dayikên Şemiyê serdanê dike û wiha got: “Êşa ku malbata Şenyaşar dikişîne bi qasî hemû êşên Kurdistanê giran e. Ji ber vê têkoşîna xwe didomînin. Mixabin heta îro jî aqûbeta van windayan nehatiye aşkerakirin. Hem Emîne Şenyaşar hem jî dayika Gulistan Dokû li gel sir û serma, berf û baranê jî êş û daxwazên xwe ji herkesî re diqîrin. Ji bo ku Dayika Emîne Şenyaşar ne cemide Dayikên Şemiyê stûmalek çêkirin.”

Piştî axaftina xwe Keskîn qurnefîl û stûmala ku Dayikên Şemiyê şandibûn da Emîne Şenyaşar.