7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî Bazîdî û Geveriyan Qoserî daketin kolanan

Di rojên dawî de çalakiyên li kolanan zêde dibin. Gel li dijî fatureyên zêde yên ceyranê bi hêrs in. Di 4’ê sibatê de bi hezaran gelê Bazîdê daketin kolanê û buhabûna fatûreyên ceyranê şermezar kirin. Piştî wê di 5’ê sibatê de li navçeya Geverê bi hezaran welatî daketin kolanan û buhabûna ceyranê şermezar kir. Îro jî gelê Qoserê derket kolanê û li dijî buhayê fatûreyan meşiyan.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi hezaran welatî li dijî buhabûna ceyranê û buhayên din daketin qadan. Girse li Qada Azadiyê ya Qoserê li hev civiya û dovîz û fatûreyên ceyranê hildan. Hin welatiyan li qadê agir bi fatûreyên ceyranê xistin û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Girseyê bê navber dirûşmên “Tayyîp îstîfa”, “Dewlet îstîfa”, “DEDAŞ îstîfa”, “Bimre DEDAŞ” û “Bijî aştî” berz kirin. Xelkê xwest biryara zemên hatine kirin paş de werin kişandin. Girse kêliyek dirêj li qadê rawestiya û pişt re xwestin ber bi avahiya DEDAŞ’ê ve bimeşin. Girse guh neda astengiyê û li ser kolana Mûsa Anter, Kîlîse û Nexweşxaneyê rê li trafîkê girtin û meşiyan. Polîsan li ser rêya Nexweşxaneyê bi ava şid û bombeyên gazê êrişî xelkê kir. Welatiyan jî kevir avêt polîsan.

Polîsan di êrişan de gelek welatî binçav kirin.