12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran bi milyonan dolar li Sûriyeyê xerc dike

Pasdarên Îranê li Sûriyeyê dixwazin pergala parastina ezmanî bicih bikin û ji bo wê yekê tevî krîza aborî ya welatî ji bûdçeya giştî ya dewletê bi milyonan dolar pere xerc kirine

Li gorî nûçeyeke Îran International pasdarên Îranê li Sûriyeyê dixwazin pergala parastina ezmanî bicih bikin û ji bo wê yekê tevî krîza aborî ya welatî ji bûdçeya giştî ya dewletê bi milyonan dolar pere xerc kirine.

Bi deh mîlyonan dolar xerc kirin

Her wiha malpera Newsweek di nûçeyeke xwe ya taybet a li ser tevgerên Îranê yên li Sûriyeyê bal kişandiye ser vê mijarê û wiha nivîsiye: Rejîma Îranê di heyama 2 salên borî de bi dehan milyon dolar xerc kiriye û kelûpel ji bo avakirina toreke berfireh a parastina hewayî li Sûriyê şandiye, lê Îsraîlê bi berdewamî êrîşî vê projeyê dike.

Di salên dawî de, hêmanên berevaniya esmanî yên Îranê li Sûriyê di bin çavdêriya berpirsê payebilind ê Pasdaran Cewad Ghafarî de birêve diçû, lê Ghafarî payîza borî ji Sûriyê hatibû derxistin û niha di bin çavdêriya fermandarê Pasdaran Mihemed Riza Zahedî de kar dikin.

Roja 23’ê mijdara 2022’an dezgehên ragihandinê yên nêzîkî Pasdarên Îranê mirina Kolonêl Daûd Caferî li Sûriyê ragihandin û piştî çend rojan jî merasîma cenazeyê wî li Îranê hat lidarxistin.

Daûd Caferî endamê Hêza Deryayî ya Pasdarên Şoreşa Îranê bû ku di sala 2015’an de 10 deryavanên amerîkî li Kendavê girtibûn.

Piştî heft salan, Daûd Caferî bi guman li Sûriyê hat kuştin. Îranê îdia kir ku Îsraîlê li bejahiya bajarê Quneytra yê nêzî sînorê Îsraîlê bi bombeyeke li kêleka rê ew hedef girtiye, lê di heman demê de hate gotin ku Îsraîlê pergala berevaniya hewayî ya Rûsyayê kiriye hedef.

Li gorî rapora “Iran International”ê, Dawûd Ceferî bi nasnav Malik, yek ji fermandarên hêzên hewayî yên Pasdarên Îranê yên li Sûriyeyê ye û beriya mirina xwe toreke ji çend kesayetên sûrî û îranî ji bo destpêkirina vê projeyê daye avakirin.

Fereydûn Mehmûdî Seqayî, alîkarê kordînatorê Pasdarên Îranê, beşek ji projeya berevaniya esmanî ya mezintir ji bo Sûriye û Lubnanê birêve dibe.  Seqayî alîkarê fermandarê hêza esmanî ya Pasdarên Îranê Amir Elî Hacîzade ye û yek ji tometbarên xistina firoka Ukraynayê ye ku bi fûzeyên pergala berevaniya pasdarên Îranê ye.

Di salên dawî de, hêmanên berevaniya esmanî yên Îranê li Sûriyê di bin çavdêriya berpirsê payebilind ê Pasdaran de Cewad Cafarî ku payîza borî li Sûriyeyê hatibû derxistin û niha jî di bin çavdêriya fermandarê Pasdaran Mihemed Riza Zahedî de, kar dikin.

Berdewama hedefgirtina Îsraîlê

Hêjayî gotinê ye ku nûnerê Îranê yê veguhestina kelûpelên leşkerî bo Sûriyê Elî Riza Redwanî yê bi nasnav “Yasser” e ku piştî nasnameya wî aşkera bû ji tirsa canê xwe vegriyaye Îranê.

Di vê projeyê de, du çalakvanên Hizbullaha Lubnanî, Mihemed Mehmûd Zelzalî û Ebas Mihemed El-Dibs jî hene ku ew nêzîkî Caferî ne.

Hêjayî gotinê ye ku rejîma Tehranê bi riya hêzên ‘pasdarên Şoreşê’ çalakiyên xwe yên têkbirina aramiyê li herêmê didomîne, Welatên Ewropayê jî ji bo pêşîgirtina li vê yekê ‘Pasdarên Şoreşa Îranê’ di nava lîsteya rêxistinên terorîst de bicih kirin.