spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka Fatma Tûnçê bû kurtefîlm

Di çarçoveya projeya “Ji Bo Aştiyê Dengê Jinan” de ji aliyê Komeleya Ragihandin û Hevkariyê ya Ses’ê ve bi hevkarıya Operatiyon 1325 û Swedîsh Instutiyê çîroka Fatma Tûnçê weke kurtefîlm hate amadekirin.

Fatma Tûnç jineke malan û nexwendî bû. Çîroka wê ya îro gihiştiye me di salên 90’an de dest pê dike. Di çarçoveya projeya “Ji Bo Aştiyê Dengê Jinan” de ji aliyê Komeleya Ragihandin û Hevkariyê ya Ses’ê ve bi hevkariya Operatiyon 1325 û Swedîsh Instutiyê çîroka Fatma Tûnçê weke kurtefîlm hate amadekirin. Derhêneriya kurtefîlmê Fatma Çelîkê kiriye. Fatma Tûnç di kurtefîlmê de behsa çîrok û serpêhatiya xwe ya xwendin û nîvîsandinê dike. Bi keçika xwe ya mezin a diçe dibistanê re bi coş û kelecan hînî xwendinê dibe. Her çiqas hevjînê wê hêviyê jê nake jî ew div ê riyê de xwe pêş dibe, digihîne û dest bi nivîsandinê jî dike. Xwendin û nivîsandin di jiyana wê de gelek guhertinan çêdike. Serî li pergala xwe ya berê radike, êdî jiyan weke berê nameşe û dirûvekî nû digire.

Baş tirkî nizane lê pêşî bi tirkî dinivîse. Piştî ku rojnameya Welat dertê xwe hînî nivîsandina kurdî jî dike. Rojnameya Welat jê re dibe dibistana sereta. Bi vê jî namîne dest bi nivîsandina helbestan dike. Pê re nivîsandina çîrokan jî tê. Bi sebr û hêdî hêdî xwe diceribîne.

Fatma Tûnç kingê behsa nivîsandina helbestê dike dibêje, “Helbestên min bi piranî li ser jiyana jinan e. Tu nikarî jin û çîrok û wêjeyê ji hev cuda bikî. Di jiyana her jinekê de çîrokeke balkêş îla îla heye. Hinekan daye der lê hinekan jî di dilê xwe de hiştiye.”

Fatma Tûnçê helbestên xwe bi navê Kezî pirtûkekê de berhev kirine û bi heman navî weşandine. Tûnç dibêje, “ji ber ku keziyên min dirêj bûn min helbesta xwe ya pêşîn li ser keziyên xwe nivîsiye.”

Di kurtewfîlmê de xebatên ku Fatma Tûnçê kirine di hin bernameyan de hatine pêşkêşkirin. Ew di kurtefîlmê ji bo wê hatiye çêkirin de helbesta xwe Kezî jî dixwîne:

Kurteyeke helbestê wiha ye:

Çend xelek mane ji keziyê min e reş di bêrîka dilê te de/

Tevî mîrekek şikestî çil ramûsan veşartî mane di jiyana min de/

Şermok û çavgirtî bê hêvî/

Di çend zivistanê dijwar de qerisîn dil û mêlak/

Lê dîsa çav digerin çivîkek berfê/

Daku ji te ra silavekî bi rêkim bi hestê salan.

Fatma Tûnçê bi hewldan û xebatên xwe nişan daye ku jinên kurd ku derfetên pêşdeçûnê bibînin çawa xwe digihînin, ji qalibê xwe derdikevin dibin kirdeyên jiyanê. Û dibin jinine jîr, jêhatî û kêrhatî. Fatma Tûnçê pêşveçûneke mînak nişan da, ji bo Stêrk TV’ê bernameyên jiyan û çanda jinan çêkir, di rojnameya Xwebûnê de weke qunciknivîs nivîsan amade dik