28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran û Israîl li Sûriyeyê bersivê didin hev

Israîl gelek caran bi balafiran êrîşî Sûriyeyê dike. Piranî bi tu awayî jî behsa wan êrîşan nake. Lê vê carê êrîşên xwe yên li derdora Şamê bi rêya mediya dijîtal aşkera kir. Israîl sedema êrîşên xwe yên dawî wekî bersiva fûzeyên ku ji axa Sûriyeyê avêtine Israîlê da nîşandan.

Israîlê diyar kir bersiva 4 fûzeyên ku ji axa Sûriyeyê ber bi Israîlê de hatibûn avêtin û got: “Hêzên me yên parastina ezmanî ew fûze tev li hewayê bêbandor kirine.”

Lê êrîşa Israîlê ne tenê li dijî hin bargeh û xalên hêzên girêdayî Îranê bûn. Di nava deverên ku hatin hedefgirtin de bargehên leşkerên artêşa Sûriyeyê jjî hebûn.

Di nava deverên ku hatin armanckirin de, cihê fûzeyên artêşa Sûriyeyê jî hebû. Di bingeha xwe de Israîlê dixwaze ji Îranê re bêje ku her êrîşek li dijî Israîlê dê dehqatî wê were bersivdayîn.

Lê Îranê jî her tim bi rêya alîgir û milîsên xwe yên li Sûriyeyê fûzeyan davêje Israîlê ku bêje, destê min digihîje axa te û ez dikarim ji Sûriye û Libnanê êrîş bikim.

Lewre jî ev êrîşa dawî ya berfireh nîşaneyeke din e ku şerê di navbera Israîl û Îranê de berfirehtir bibe.

Wekî tê zanîn Îranê bi rêya milîs û alîgirên xwe hem gefan li ewlekariya Israîlê  dixwe. Hem jî gefan li gelek welatên din ên wekî Libnan, Iraq, Sûriye û welatên Kendavê jî dixwe.