12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêwirmenda Esed: Xwepêşandêr hevkarên Israîlê ne

Çend roj in xwepêşandanên li bajarê Swêda yê Sûriyeyê berdewam dikin. Piştî ku rejîma Esed alîkariya civakî ji ser gelek welatiyan birî, xelkên bajarê Swêdayê daketin kolanan û daxwaza rawestandina buhabûnê, mafên xwe yên civakî û başkirina xizmetguzariyê kirin.

Şêwirmenda serokê Sûriyeyê Beşar Esed, Boseyna Şaban xwepêşandêr bi nokeriyê tewanbar kirin û wiha got: “Ev xwepêşandan alîkariya Israîlê dikin”.

Şaban di gotarekê  ku ji aliyê rojnameya El Weten ve hat belavkirin de wiha dibêje: “Ew kesên ku li Swêdayê daketine kolanan an jî bi rêya malperên dijîtal hikûmeta xwe protesto dikin, girêdayî torên istixbarata Israîlê ne.”

Şaban di berdewama gotara xwe de behsa torên istixbarata Israîlê yên li Beyrût û Şamê dike û wiha dibêje: “Beriya ku xwepêşandêr gotinekê bêjin divê baş bifikirin ku ew gotin an jî ew slogan dikeve xizmeta kê de, hemû aloziyên ku li welatên me çêbûne li ser me hatine ferzkirin lewre divê gel hişyar be.”

Hêjayî gotinê ye ku rejîma Şamê piştî ewqas salên dirêj ji şer û pevçûnên dijwar, wêranî, talan, koçberî û kuştinê hîna jî wekî dema xwe ya beriya 11 salan diaxive, hemû nerazîbûnên gel û xwepêşandan ji hêzên derve ve girêdide. Wiha xuyaye ku tu dersek ji xwe re ji van êşên mezin negirtiye û dest ji hişmendiya xwe ya rêvebirina bi darê zorê û hêzên ewlekariyê bernedaye.