19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin

Bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li Îzmîrê Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat damezirandin. Platformê, li Şaxa Sendîqeya Kedkarên Perwerde û Zanistê (EGÎTÎM-SEN) ya Hejmar 2 a Îzmîrê bi daxuyaniyekê damezirandina xwe ragihand. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Jin Bihevre Bihêz in, Baretiyên Azad, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (EGE TUHAY-DER), Piştevaniya Jinan a Îzmîrê û Piştevaniya Mor beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bang li hemû derdoran hat kirin ku li dijî binpêkirinên li girtîgehan beşdarî platforma wan bibin.

Meltem Işik li ser navê platformê axivî û diyar kir ku binpêkirin û îşkenceyên li girtîgehan di şexsê Aysel Tugluk de şênber bûne û van binpêkirinan di wijdana civakê de birînên xedar vekirine.

Işik got ku Tugluk êdî ji bîr kiriye bê ka çima li girtîgehê ye û ev tişt anî ziman: “Ji bo berdana Tugluk ev demekî dirêj e kampanya tên meşandin. Lê her ku bêdengî didome, wext jî kêm dibe. Têkoşîna me ya mafên mirovan nîşanî me dide ku xwedîderketina li derve çiqas mezin bibe, pirsgirêk ewqas zûtir tên çareserkirin. Di van rojên ku rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin de hewceye em dengê xwe bilintir bikin da ku Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş bên berdan û dermankirin.”

Werin em bi hev re têbikoşin

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Li ser banga Jin Bihev re Bihêz in, di 6’ê sibatê de me li ser onlinê civînek li dar xist. Di civînê de kesayetên serbixwe, partiyên siyasî, jin, LGBTÎ+ û rêxistinên maf û kedê amade bûn. Me di civînê de biryara damezirandina platformeke ji bo berdana Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş da. Armanca me ew e ku meşa xwe bi rêxistiniyeke berfirehtir bidomînin û pêşî li mirinan bigirin. Em bang li hemû kesan dikin ku tev li platforma bibin û bi me re têbikoşin.”

Ji bo civîna onlîna a ku dê di 11’ê sibatê saet di 20.00’an de bê kirin jî banga tevlibûnê kir. ÎZMÎR