5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çi ye ev ‘nasname’?

Ez ê di vê nivîsê de berê xwe bidim têgiheke din a ku di vê serdemê de xwedî girîngiyeke pir mezin e. Her çiqas weke gelek têgihên din têgiha ‘nasname’yê xwedî dîrokeke kevin be jî bi avakirina pergala netew dewletan re girîngiya vê têgihê zêdetir bûye. Jixwe ev pergal li ser nasnameyan hatiye avakirin û bi heman awayî vê pergalê gelek nasnameyên nû jî bi xwe re aniye.

Dema meriv behsa vê serdemê bike bêguman wê yekser netew-dewlet bê bîra meriv lewra meriv dikare vê serdemê weke serdema nasnameyan jî bi nav bike. Lê dîroka nasnameyan ji netew dewletan dirêjtir û qedîmtir e. Li gorî baweriya min meriv dikare dîroka vê têgihê bigihijîne heta gotina Sokrates a “xwe nas bike”. Xwenaskirin bersiva pirsên ‘tu kî yî’ û ‘ez kî me?’ dide. Fîlozofê alman Hegel bi pirsa ‘ez çi me’ çarçoveya wateya vê têgihê berfirehtir kiriye. Piştî van jî bi pêşketina netewperweriya netew-dewletê re nasname ket bin kontrola wê û wateyên cudatir lê hatin barkirin ku ji bo berjewendiyên xwe hetanî roja îro bi kar anî û hê jî bi kar tîne. Netew-dewletê li ser mantiqê ez û ne kesên din bingeha xwe saz kiriye lewma netewperweriyê pêş dixe ku vê jî li ser neteweyeke homojen û yekaneyên civakekê li dar dixe. Homojenîteyê jî bi xwe re ‘em’ û ‘hûn/ê din’ aniye, ev jî dibe bingeha xurtkirina netewperweriyê.

Baş e, heke avakirina nasnameyê bi vî awayî be, nexwe ‘nasname çi ye?’ a girîng ev pirs e. Bersiva vê pirsê di nav bersivên pirsên ‘hûn kî ne?’, ‘hûn ji kî/u ne?’ û ‘hûn çi ne?’ de ye. Meriv dikare wiha bibersivîne: ‘Ez kurd im, jin im, êzidî me, ateîst im, vegan im, lgbtîyê me … hwd.’ Meriv dikare nasnameyên di nav civakê û kes de zêde bike lê ev têrê dike ku nîşan bide ka çiqas mirov dikare bibe xwedî gelek nasnameyên cihêreng. Weke cihêrengiya nasnameyan nîqaşên li ser nasnameyan jî cihêreng in. Derûnînasiyê, civaknasiyê û fîlozofiyê li gorî xwe ev têgih şîrove kirine.

Nasname mala tercîhan e. Kes li gorî tercîhên xwe nasnameyê digire û li gorî wan tevdigere. Her çiqas heta demekê kes nasnameyên xwe hilnebijêre jî piştî demekê dikare wan nasnameyan red bike yan jî asta qebûlkirina hinekan kêm an jî zêde bike. Ev di destê kes de ye lê helbet şertên ku kes di nav de dijî jî bandoreke pir mezin li ser van tercîhan dike. Ev tercîh kesayetiya kesan ava dikin. Helbet kesayetiya mirov ji gelek nasnameyan pêk tê. Fêrbûn û qebûlkirina nasnameyan ji aliyê kesan ve hêsan e lê redkirin û avêtina wan zor e. Mirov li gorî civaka ku di nav de dijîn tevdigere û nasnameyên mirovan jî li gorî wan civakan teşe digirin. Li ser meselê yekî/a xwe bi ateîzmê bi nav dike, heke di nav civakeke misliman de mezin bûbe, awayekê hêsan dikare bibêje ‘selamûalikim’. Li gorî hesasiyeta şexsî/civakî girîngiya nasnameyan jî kêm û zêde dibe. Nasnameyên kesan li gorî jiyan, raman û baweriyan tên guhertin. Êrîş li ser kîjan nasnameya kes an jî civakan hebe, kes û civak jî li gorî wan êrîşan refleksê nîşan didin û wê nasnameya xwe diparêzin. Ew nasnameya wan dibe nasnameya sereke lewra dema bi pirsa ‘tu kî yî?’ re rûbirû dimînin yekser ew nasnameya êrîş li ser derdikeve pêş.

Taybetî piştî salên 1950 li tevahiya dinyayê pêla “siyaseta nasnameyan” xurt bû û ev têgih hate bikaranîn. Vê bi xwe re pirsgireka ‘naskirina nasnameyan’ anî. Piştî naskirina nasnameyan dor tê ser parçekirina nasnameyan. Mînak heta demekê di nav netew-dewletê dagirkerên Kurdistanê de kurd tune dihatin hesibandin. Lê piştî kurdan bi bedeldayîneke mezin xwe dan qebûlkirin, vêca nîqaşên ‘zaza ne kurd in’, ‘êzidî ne kurd in’ hwd. derxistin. Werhasil şerê nasnameyan heye û didome.

Roja îro piranî ji bo mirovan 3 nasnameyên sereke hene; nasnameya nijadî, olî û netewî. Ev her sê nasname piranî pêşiya nasnameyên din digirin. Helbet ev bi pergala heyî ve girêdayî ye. Li ser nasnameyan Adam Smîth xwedî kuliyateke berfireh e ku li gorî wî ji bo nijadîbûnê “binyadeke xeyalî” û “ecdadekê farazî” hewce ye. Di vê pergala heyî de yên herî pêkan jî ev in ku meriv dikare bi hêsanî bibêje hemû netew-dewlet li ser binyadên xeyalî hatine avakirin. Tenê ji ber ku endamên nijadekê ne, xwe li ser nijadên din re dibînin û nijadên din weke xulam, kole û dijminên xwe dihesibînin. Ji ber vê yekê bû ku li Almanyaya naziyan bi milyonan mirov hatin kuştin. Tenê ji ber ku çermê laşên wan cuda ye mirov hê jî tên kuştin. Hê jî kurd ji ber nasnameya xwe tên kuştin. Ji bo ku mesele baştir were fêmkirin mînaka herî baş tirk û tirkîtî ye. Di dema osmaniyan de meriv nikare qala nasnameyeke tirkîtiyê bike lê îttihatçiyan bingehek ji tirkîtiyê re ava kirin û li gorî mîtosên wek ergenekon û gokturk tirkîtî pêş xistin. Piştî avakirina netew-dewleta tirk jî xwestin ku tirkîtiyê bixin nijadeke saf. Dirûşmeyên weke “hemû kesên ku li tirkiyê dijîn, tirk in” û “tirkiye ya tirkan e” li ser bingeha nijada saf/xwerû hatine gotin. Lewra meriv dikare bibêje ku nasnameya nijadî li ser bingeheke dîroka îcadkirî hatiye avakirin.

Ol li gorî S. Freud “ji ber neçariya hêzên xwezayî yên derveyî mirovî û hêzên hundirîn ê mirovî çêdibe.” Her çiqas Freud wateyeke neyînî li olê bar bike jî roleke girîng a olê li ser civak û kesan heye. Carinan ol civakan nêzîkê hev dike û carnan civakan ji hev dûr dixe. Li ser meseleyê îro di nav mislimanan de biratiya ûmmetê heye ku gelek kes bi vê bawer dikin. Di vê rewşê de nasnameya olî dikeve pêşiya nasnameyên din. Nasnameya olî her tim bi nasnameyên din re di nav şerekî dijwar de ye ku dixwaze nasnameyên din tune bike.
Nasnameya herî zêde netew-dewlet jê hez dike û bi kar tîne bêguman nasnameya netewî ye. Netew-dewlet dixwaze ku ev nasname li ser hemû nasnameyên din re be. Ev nasname jî li ser esasê netewperweriyê tê avakirin û pêşxistin. Anderson neteweyê weke “civateke siyasî ya bi awayekê sînordar hatî xeyalkirin” dinirxîne. Helbet netewe jî weke nîjadê li ser bingeha xeyalî û îcadkirî bilind dibe. Bêguman ev herdu nasname jî tên înşakirin û fêrkirin.
Her çiqas ji ber şovenîzma nasnameyan carnan nasnameya olî derkeve pêş jî di eslê xwe de nasnameyên nijadî û netewî di vê serdemê de yên sereke ne. Ev jî ji ber pergala heyî ye ku pergala heyî di heman demê de li ser tunekirina nasnameyan hebûna xwe didomîne. Nakokî ji vir derdikeve holê, pergala heyî hem nasnameyan ava dike hem jî ji bo nasnameyên din tune bike, tevdigere. Homojenîteya xwe li ser nasnameya serdest ava dike û nasnameyên din ji bo tune bike, dide ber aşê bişaftinê. Çand, dîrok û zimanê nasnameya sereke li ser hemû civakan ferz dike da ku civakên din çand, dîrok û zimanê xwe ji bîr bikin. Zanin ku jibîrkirina van bi xwe re biyanîbûnê tîne, ev jî bênasnametiyê tîne. Lewra meriv dikare bibêje ku sedsala 21’ê bûye, sedsala goristana çand û zimanan. Di vê pergalê de li gorî zanyaran her hefte zimanek dimire. Mirina her zimanî mirina nasnameyekî ye.