12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên Ocalan serî li NY’yê dan

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, di 3’ê sibatê de ji bo muwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku pê re li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên girtin, serî li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) dan. Parêzeran ji NY’ê xwest ku bi awayekî lezgîn ji bo rewşa muwekîlê wan bikeve tevgerê. Parêzeran, di serlêdana xwe de bal kişandin ser rewşa muwekîlên xwe Ocalan, Konar, Yildirim û Aktaş û destnîşan kirin ku ji 25’ê adara 2021’an ve agahî ji wan nagirin û serlêdanên xwe yên ku ji bo hevdîtinên dikin rêz kirin.

Parêzeran, di serlêdana xwe de cih dan raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku di encama serdanên xwe yên Îmraliyê de amade kiriye û biryarên Komîteya Mafê Mirovan a NY’yê yên der barê agahî negirtinê de bi bîr xistin.  Parêzeran, bal kişand ser xalên 7 û 10 ên Peymana Mafên Medenî yên NY’yê ku îşkence û mehmeleya xerab qedexe dikin û bang li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê NY’yê kirin ku bi awayekî lezgîn ji bo rewşa muwekîlê wan bikeve tevgerê.

Serlêdan bê bersîv tên hiştin 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15 ‘ê sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û ji wê demê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda giran de tê girtin. 10 meh in bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Ji sala 1999’an heta 2016’an serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtinê bi hincetên mîna “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabe ye”, “koster xerabe ye” dihatin redkirin. Ji sala 2016 heta 2019’an jî bi hinceta qedexeyên hevdîtinên ên 3 meh û 6 mehan serlêdanên malbat û parêzeran hatin redkirin. Ji sala 2019’an ve jî ne bi erênî ne jî bi neyînî serlêdanên malbat û parêzeran nayên bersivandin.

10 mehin agahî ji Ocalan tune

Ocalan ji roja ku hatiye girtin ve di 27 ‘ê nîsana 2020’an de cara yekemîn mafê xwe yê axaftina bi telefonê bi kar anî û li ser fikarên derbarê tenduristiya wî de jî herî dawî di 25’ê adara 2021’an de cara duyemîn bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Lê Mehmet Ocalan diyar kir ku ev hevdîtin hatiye qutkirin. Ji vê rojê ve 10 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin.

Hewldanên parêzeran

Ji ber ku serlêdanên wan bê bersiv dihatin hiştin parêzeran di 23’ê mijdara 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina demildest” serî li Wezareta Dadê, Miduriyeta Giştî ya Malên Tewqîf û Cezayê, Serokatiya Daîreya Mafê Mirovan a Wezareta Dadê dan. Di 24’ê mijdara 2021’an de parêzeran serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê dan. Di 25’ê mijdara 2021’an de jî parêzeran serî li baro û rêxistinên sivîl dan. Piştre di 26’ê mijdara 2021’an de jî parêzeran serî li rêxistin û saziyên navneteweyî dan. Parêzeran di serlêdanên xwe de bang li sazî û rêxistinan kirin ku peywira xwe bi cih bînin û rewşa li dijî hiqûqê ya li Îmraliyê teşhîr bikin.

 AYM’ê serlêdana parêzeran red kir

Parêzerên Ocalan ji ber ku ji van serlêdanên xwe encam negirtin di 24’ê kanûna 2021’an de bi daxwaza “tevdîrê” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê di 12’ê çileyê de serlêdana parêzeran red kir û biryara xwe di 31’ê çileyê de ji parêzerên buroyê re ragihand. AYM’ê di biryara xwe ya redkirinê de angaşt kir ku Ocalan xwedî derfetên xwe gihandina tenduristiyê ye, ji hevdîtinên wî yên bi parêzer û ziyaretvanan re sînor hatine danîn û li ser jiyana wî talûkeyek tune ye.

 Parêzeran serî li CPT dan

Parêzerên Ocalan ji ber ku serlêdanên wan bêbersiv hatin hiştin di 24’ê kanûna 2021’an de bi hinceta ku “peywira xwe nebaş bi kar anîne û li dijî hiqûqê lêgerîna maf asteng kirine” li Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) giliya dozger û dadgeran kir. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, herî dawî serî li CPT’yê dan û bal kişand ser rewşa Ocalan ku ji 25’ê adara 2021’an ve agahî jê nagirin û xwestin CPT serlêna Îmraliyê bike.

Çavkanî: Ajansa Mezopotamya (MA)