4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran xeteriya mezin e

Rejîma Îranê ji bo polîtîkayên xwe yên dagirkirinê pêk bîne Rojhilata Navîn ber bi şerekî dijwartir ve dibe. Îran bi vê hewldana xwe Rojhilata Navîn dixe nava xetereyê

Hamasê di 7’ê Cotmeha 2023’yan de erîşeke dijwar bire ser Îsraîlê. Piştî vê êrîşê Îsraîlê jî ambargoyeke giran li ser bajarê Xezayê danî û  dest bi operasyoneke berfireh kir. Ev operasyon heta niha didome. Di encama van operasyonan de  bi deh hezaran filistîniyên sivîl hatin qetilkirin. Pirsgirêka Îsraîl-Filistînê bi destpêkirina serhildanên di nav dewletên ereban de hinek vemirî bû. Herdu alî jî bêdeng xuya dikirin. Her çiqasî car caran gengeşî rû dabûna jî, pirsgirêk ji rojeva cîhanê bi gelemperî ketibû.

Lê mixabin bi êrîşa di 7’ê cotmehê de derket holê ku herdu alî jî li benda firsendekê ne armancên xwe bixin meriyetê. Hamasê hewl dida li hemberî Îsraîl serkeftineke siyasî-leşkerî bi dest bixe, Îsraîl jî li benda derfetekê bû ku xeta Xezayê bi temamî bixe bin kontrola xwe. Desthilata heyî û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahu ji ber derxistina zagoneke nû rastî bertekên tund dihat. Netenyahu li mijareke ku rojevê biguhere digeriya û Hamasê jî ew derfet jê re ava kir.

Piştî êrîşa 7’ê cotmehê gelek pirs hatin pirsin. Hem li ser êrîşê pirs hebûn hem jî li ser pêşerojê pirs hebûn. Ji van pirsan a herî girîng di derbarê Îranê de bû. Hemû derdoran meraq dikir ka Îran dê êrîşa Hamasê çawa binirxîne û li hemberî operasyona Îsraîl bertekek çawa nîşan bide. Îranê daxuyand ku ew nabin alîgirê şerê di navbera Hamas-Îsraîlê de. Lê ku Îsraîl hewl bide Xezayê dagir bike ew ê bersiv bide Îsraîlê. Amerîka jî daxuyand û ku ew ê bi her awayî piştgiriyê bide Îsraîlê. Lê yekeyek midaxilî şer nabin. Lewre piştevanê herî mezin ê Îsraîlê Amerîka ye û piştevanê herî mezin ê Filistînê jî Îran e.

Ereban piştgirî nedan Hamasê

Roja ewil, êrîşa Hamasê bi coş hate pêşwazîkirin. Sempatizan û endamên Hamasê li her derê pîrozbahî li dar xistin. Lê piştî çend rojan dema ku Îsraîlê dest bi êrîşên dijwar kir Hamasê jî bangewaziya cîhadê kir. Ji gelek derdoran bersiva erênî hat. Lê ji nava dewletên ereban piştgiriya ku dihate hêvîkirin pêk nehat. Bi dehan caran bangewaziyên hatin kirin bêbersiv man. Rêxistina Hevkariyê ya Îslamî û Yekitiya Ereban bi hev re civînek li dar xistin. Lê li vir jî xwestekên Hamasê pêk nehat. Tu dewletên ereban ambargoya li ser Îsraîlê erê nekir. Dewleta tirk û desthilata AKP-MHP’ê ku ewqas dijwarî li hemberî Îsraîlê radiwestin ne têkiliyên dîplomatîk qut kirin û ne jî navber da bazirganiya di navbera xwe û Îsraîlê. Roj bi roj Filistîn bi tenê ma. Serokê Filistînê Mahmut Ebas jî li gel gelek hewldanan piştî helwesta hişk a Hamasê, westiya. Bi gotinên tund Hamasê rexne kir. Bi kurtasî tu dewletên ereban berjewendiyên dewleta xwe qurbanî ‘doza Filistînê’ nekirin.

Îran hewl dide qada vala tije bike

Hamasê hê jî hêviya xwe ji dewletên ereban qut nekiriye. Herî dawî bang kir ku alîkariya çekan bidin wê. Lê dîsa jî ev bangewazî bêbersiv ma. Piştî operasyona Îsraîlê ya li ser Xeta Xezayê, çi rêxistineke girêdayî rejîma Îranê heye dest bi êrîşên li ser baregehên Amerîkayê kirin. Hîzbulaha Lubnanê rasterat êrîşî hedefên Îsraîlê kir. Xusuyên Yemenê hem êrîşî Îsraîl kirin hem jî Amerîkayê û hedefên alîgirên Amerîkayê ji xwe re kirin armanc. Tevgerên şîa yên li Sûriye û Iraqê di bi dehan fuze avêtin ser baregehên Amerîka û koalisyona navneteweyî. Amerîka di serî de polîtîkayeke nerm şopand. Lê piştî leşkerên wê zirar dîtin li Sûriyeyê fermandarekî payebilin ên Hêzên Qudsê kuşt. Ji ber kuştina fermandarê hêzên Qudsê Îranê soza tolhildanê da. Li welat şîn îlan kir. Piştî çend rojan di bîranîna salvegera kuştina Qasim Silêmanî de du teqîn rû dan û di encamê de zêdetirî sed kesî jiyana xwe ji dest dan. DAIŞ’a milê Xoresanê ev teqîn girtin ser xwe. Lê Îranê ji ber teqînan Amerîka û alîgirên wê sûcdar kir. Îran bi armanca tolhildana fermandarê hêzên qudsê êrîşeke fuzeyî li ser Hewlêrê pêk anî û di encamê de karsazek û malbata wî hate kuştin. Çar fuze li mala karsazê kurd ketin. Îran îdia dikir ku ew der baregeha Îsraîlê ye. Lê kesên hatin kuştin sivîl bûn. Sala borî jî Îranê bi heman awayî êrîş pêk anîbû û anîbû ziman ku ew der baregehên Îsraîlê ne. Di heman rojê de li Sûriyeyê êrîşî gelek baregehên Amerîkayê kir. Ev êrîş hemû ji aliyê Parastvanên Şoreşê ve pêk hatin.

Îranê di heman demê de êrîşeke mezin li ser Pakistanê pêk anî. Îranê ev êrîş bi armanca tolhildana teqînên di merasîma bîranîna Qasim Silêmanî de pêk anîn. Pakistanê jî beyî dem winda bike bersiv da êrîşên Îranê. Tişta balkêş ew e ku herdu aliyan jî herêm û gelê beluc kirin hedef. Îranê rêxistinên beluciyan kirin hedef. Paiîstanê jî êrîş bir ser herêma Belucistanê.

Îran bi van êrîşan dixwaze li heremê hegemonyaya xwe ava bike. “Doza Filistîn” bi qasî di Rojhilata Navîn de populer e, ewqas di qada navneteweyî de jî populer e. Niha Îran dixwaze bêje ku ‘tenê ew li dijî siyonîzmê şer dike û li doza Filistînê xwedî derdikeve.’ Tenê ew jî têr nake, di heman demê de bersiv dide alîgirên Amerîka û Îsraîlê. Peyam dide PDK’ê jî.  Îranê ne demek dûr, bi alîkariya PDK’ê xwest ku tevgerên kurd ên Îranê çek deynin. PDK’ê jî ultumatom da hêzên çekdar ên li başûrê Kurdistanê da ku çek deynin. Niha jî Îran êrîşî herema di bin kontrola PDK’ê de dike û PDK’ê bi alîkariya Amerîka û Îsraîlê tawanbar dike. Heman PDK a ku li dijî tevgerên kurd alîgiriya Îranê dike, dema mijar dibe berjewendî alîgiriya Tirkiye û Îsraîlê dike.

Îran bi Rûsyayê pişta xwe xurt dike

Bêguman Îran van êrîşan bi tena serê xwe nake. Piştgiriya herî mezin jî ji Rûsyayê digire. Du sal in şerê di navbera Ukrayna û Rusya de neqediyan. Sedema berdewamiya şer jî piştevaniya NATO ya bi Ukraynayê re ye. Rûsya dixwaze li Rojhilata Navîn bi dewlet û hêzên herêmî kontrola xwe saz bike. Ji ber şerê Ukraynayê Rûsya qeweta dixwaze bişîne Rojhilat nikare bişîne. Hewl dide Tirkiyeyê jî bikşîne cem xwe. Lê ji ber ku krîza aborî li Tirkiyeyê heye û pergala Tirkiyeyê bi NATO û Yekitiya Ewropayê ve girêdayiye zêde nikare tevlî van hewldanan bibe. Îran bi êrîşên dawî hewl dide piştgiriya hêzên îslamî bigire. Lewre Îran bi pevçûnên li dijî Îsraîlê dixwaze nûnertiya alema îslamê bike. Heke vê nûnertiyê pêk bîne dê li Rojhilata Navîn serweriya xwe mezin bike. Îran ji bo vê polîtîkaya xwe pêk bîne Rojhilata Navîn ber bi şerekî mezintir û dijwartir ve dibe. Îran bi van hewldanên xwe Rojhilata Navîn dixe nava xetereyê.