4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mijarên sereke yên serdana Ibrahîm Reîsî ya Tirkiyeyê çi ne?

Her çendî ku serdana Reîsî ya Tirkiyeyê di medyayê de wekî mijarên bazirganî û şerê li Xezayê were şîrovekirin hin mijarên din ên sereke ku behsa wan nayê kirin hene

Li gorî mijarên di medyayê de derdikevin pêş tê plankirin ku îro di serdana Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bo Tirkiyê de 10 peyman di warên aborî û veguhestinê de bên îmzekirin. Lê belê ji ber şerê Xezayê di navbera her du welatan de nakokî li ser danîna ambargoya li ser Îsraîlê berdewam dikin.

Heta niha 2 caran serdana serokê Îranê ya Tirkiyeyê hate taloqkirin carekê serdana 4’ê çileyê ji ber êrîşa li dijî Îranê hate taloqkirin û ya briya wê jî ya 28’ê Mijdara 2023’an li ser daxwaza Tehranê dîsa hat paşxistin û hat îdiakirin ku ji ber berteka li hemberî berdewamiya têkiliyên bazirganî yên Tirkiyeyê û Îsraîlê ev serdan hatiye taloqkirin.

Tê payîn ku di hevdîtina îro ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Reîsî de 10 peyman bên îmzekirin. Hate hînbûn ku heta niha qonaxa îmzekirina peymana ku dê pirsgirêkên li ser sînorê Tirkiye-Îranê çareser bike derneketiye.

Her wiha li Wanê piştî deriyên sînor ên Gürbulak, Esendere û Dilucu yên li ser sînorê di navbera her du welatan de deriyê sînor ê nû bê vekirin û xebat bên destpêkirin. Hat ragihandin ku dê ev yek di asta rêbertiyê de bê nîqaşkirin. Wezîrê Rê û Bajarvaniyê yê Îranê Mehrdad Bezrpaş û Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di destpêka meha Çile de li ser vê mijarê hevdîtinek pêk anîbûn.

Mijarên sereke ne ew in

Her çendî ku behsa gelek mijarên bazirganî û têkliyên herdu welatan were kirin li gorî baweriya min yek ji mijarên herî sereke yên ku dê di van hevdîtinan de derkevin pêş şerê li dijî kurda ye. Dewleta tirk ya ku di çiyayên Kuridistanê de li hemberî têkoşîna gerîlayên PKK’ê bêzar bûye dixwaze Iraq û Îranê di şerê li dijî tevgera gelê kurd de piştgiriya wê bikin.

Ji xwe beriya çend rojan serokê MÎT a dewleta tirk Ibrahîm Kalin jî serdana Iraqê kir û di bin navê têkiliyên bazirganî û mijara parvekirina ava çeman de hevdîtin hatin kirin. Lê mijara sereke li wir jî tengavbûna dewleta tirk ya li hemberî berxwedana gerîlayên PKK’ê bû.

Lewre mijara saereke di hevdîtina bi serokkomarê Iraqê re jî di bin navê parastina sînorê herdu welatan de, dewleta tirk desteka alîkariyê ji Iraqê dike ku bi wan re şerê PKK’ê bikin.

Mijareke din a sereke ku di hemû nûçe û şîroveyên vê serdanê de ji alî medyayê ve nayê dîtin mijara şerê hebûna hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê ye. Îranê bi riya milîsên xwe û bi daxuyaniyên komên çekdar ên alîgirên xwe dide xuyakirin ku ew hêzên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê naxwazin. Rojane êrîşan dibin ser bargehên Amerîkayê. Ev yekl li hesabê dewleta tirk jî tê da ku rihetir bikaribe destwerdana karên Sûriyeyê bike û hin deverên din jî ji axa Sûriyeyê dagir bike.

Her çendî Îran û Tirkiye li ser mijara dijmaniha bi kurdan re û pêşîgirtina li avakirina statuyekê ji bo kurdên Rojava hemfikirin lê di mijara parvekirina desthilatiya li ser axa Sûriyeyê de gelek nakokî di navbera wan de jî hene û her yek ji wan dixwaze desthilatiya xwe li wir berfirehtir bike.

Wekî din jî ji ber têkliyên aborî yên Tirkiye û Israîlê yên di asteke bilind de hin daxwazên Îranê di wî warî de ji dewleta tirk hene.

Hevdîtina herî dawî ya Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan bi Hakan Fîdan re di 1’ê Mijdarê de daxwazeke vekirî ya danîna ambargoyê li ser Îsraîlê bû.