10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmê Amedê li taxa Fabrîkayê 20 malan hildiweşîne

Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye tayînkirin, dest bi hilweşandina Taxa Fabrîkayê kir. Tax, ji hêla polîs û zabiteyan ve hatiye dorpêçkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, li Taxa Fabrîkayê ya navçeya Bajarê Nû ji bo 20 malên aydê 18 welatiyan biryara îstîmlakkirin û hilweşandinê da. Encamek ji têkoşîna hiqûqî ya şêniyên taxê derneket. Di saetên serê sibehê de li gel zabite û polîsan, makîneyên kar li taxê hatin veguhestin. Welatî bi darê zorê ji malan hatin derxistin û piştre jî hilweşandinê dest pê kir.

Polîs û zabiteyên ku tax dorpêç kirin, ketin û derketina taxê qedexe kirine.