10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Zerevanî yên ser bi PDK’ê ve êrîşî şervanên HPG’ê kirin

Li gorî nûçeyeke ku di malpera Rojnews'ê de hateiye belavkirin hêzên Zerevanî yên girêdayî PDK’ê li çoltarê Amediyeyê êrişî HPG’ê kirine û birîndar hene.

Li gorî nûçeya Rojnewsê; hêzên Zerevanî yên girêdayî PDK’ê li nêzî herêma Amediye ya Dihokê êrişî HPG’ê kirin. Hat zanîn ku rageşiya li herêmê didome û birîndar hene.

Hêjayî gotinê ye ku beriya du rojan malpera Şarpressê nivîsek belav kir û ragihandibû ku li ser fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Parastina Kurdistanê Lîwa Ezîz Weyîsî, ger şervanekî PKK’ê li nuqteyeke Hêzên Parastina Kurdistanê were dîtin, divê bê dudilî were gulebarankirin.

Herwiha di wê nameyê de hêza PDK’ê ferman daye têde wiha hatiye gotin; “Dema ku hêzên PKK’ê nêzîk dibin, hewla girtina gerîlayên PKK’ê bidin, eger xwe radest nekirin, wan û wesayîtên wan gulebaran bikin. Ger wesayiteke PKK’ê bikeve xalên kontrolê yên Hêzên Zêrevaniyê, divê efser û pêşmerge wesayîtên wan bişewitînin.”

Di nameyê de gef li hêzên xwe xwariye ku her efser û pêşmergeyek li dijî van biryaran tevbigere dê were cezakirin.