10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Greva birçîbûnê di roja 59’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin sibê 2 mehên xwe temam dike û bi biryardarî didome

Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 59’an de berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê, di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Malbatên girtiyan jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman armancê Nobedên Edaletê hatin destpêkirin.