4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Omer Ocalan: Ji ber tenduristî û ewlehiya Abdullah Ocalan fikarên me hene

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bertek nîşanî tecrîda mutleq a li Îmraliyê da û wiha got: “Em nizanin rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan çawa ye. Divê hevdîtin werin kirin.”

Ji berê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omar Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin zêdetirî 34 meh in tu agahî nayên girtin. Birayê Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de li ser telefonê pê re axivî bû ku ew jî di nîviyê de hatibû qutkirin. Nêzî 35 meh in tevahhiya serlêdan ji bo hevdîtinê yên malbat û parêzeran jî bi cezayên “disiplînê” yên sîstematîk tên astengkirin. Di encama serlêdanên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê yên ji bo Dadgeriya Înfazê ya Bursayê de derket holê ku di 18’ê tebaxa 2021’ê de ji bo 3 mehan, di 3’yê sibata 2022’yan de ji bo 3 mehan, di 31’ê gulana 2022’yan de ji bo 3 mehan û di 9’ê îlona 2022’yan de jî ji bo 3 mehan cezayên disiplînê hatine dayîn.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê û biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan têkildarî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û rewşa agahînegirtinê ji nûçegihanê Mezopotamyayê Mujdat Can re axivî.

Malbat bi fikar in

Ocalan, diyar kir ku krîzên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê girêdana xwe bi Şerê Sêyemîn ê Cîhanê heye û wiha got: “Ev meseleye tenê bi Behra Spî, Îsraîl, Flistin, Iraq û Îranê re bisînor nîne. Tevahiya Rojhilata Navîn digire nav xwe û herî zêde Kurdistan jê bandor dibe. Ev şer bandorê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Girava Îmraliyê dike. Li gorî qanûnan mafê malbat û parêzeran heye ku bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin. Li pêşiya vê tu astengî nînin lê em nikarin li Tirkiyeyê van mafên xwe bi kar bînin. Di vê mijarê de hemû mafên me ji holê hatine rakirin. Fikarên malbatên me hene û roj bi roj zêdetir dibin.”

Em mercên tenduristiya Ocalan nizanin

Bi domdarî Ocalan anî ziman ku xwişk-birayên Abdullah Ocalan dixwazin mafê xwe yê hevdîtinê bi kar bînin û wiha pê de çû: “Ji hêla mirovî ve jî ev hevdîtin maf e û divê rê bidin. Mafê hemû girtiyan e lê li Îmraliyê ev nayê cîbicîkirin. Birêz Ocalan kesekî jirêzê nîne. Bêguman gelek kesên bi dehan salan e di girtîgehê de hene. Lê rol û rista birêz Abdullah Ocalan a ji bo Rojhilata Navîn li holê ye. Lewma naxwazin dengê birêz Ocalan li derve bê bihîstin. Niha rewşa ewlehî, jiyan û tenduristiya birêz Ocalan di çawa ye, me hay jê nîne.”

Stratîjiya tecrîdê ya iqtîdarê

Di berdewamê de Ocalan bi lêv kir ku îktîdar êdî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ji xwe re kiriye stratejiyek û ev nirxandin kir: “Naxwazin bi tu awayî deng ji Îmraliyê derkeve. Lewma tehemûla hevdîtina bi malbatê re nakin. Di dîroka vî welatî tu caran tecrîdeke ewqas derhiqûqî nehatiye dîtin. Mafê birêz Ocalan ê telefonê heye lê heta niha tenê kariye 2 caran vî mafê xwe bi kar bîne. Di pêvajoya ewil a pandemiyê de qederê 15-20 deqeyan bi birayê xwe re hevdîtin kir. Ya duyemîn jî derdora 3-4 deqeyan bû. Ev hevdîtin di nîviyê de qut kirin. Ne di nava 34 mehên dawî de, ji roja hatiye girtin heta niha birêz Ocalan di tecrîdeke giran de tê ragirtin. Carnan ev tecrîd sist dibe lê her tim didome.”

Siyaseta ferzkirina jibîrkirinê

Omer Ocalan, got ku dewlet bi pergala tecrîdê ya li Îmraliyê re hewl dide hebûn, fikr û rista Abdullah Ocalan bide jibîrkirin û wiha derbirî: “Naxwazin bandoreke birêz Abdullah Ocalan li ser kurdan û Rojhilata Navîn hebe. Ji bo vê jî firsendekî herî biçûk jî nadin û rê nadin hevdîtinan. Weke malbat em ji vê rewşê aciz in. Derqanûntiyeke mezin dikin. Birêz Abdullah Ocalan li Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî roleke. Lê hatiye astengkirin û hemû mafên wî hatine binpêkirin.”

Aliyê navdewletî yê tecrîdê heye

Parlamenter Omer Ocalan bal kişand ser rola dewlet û saziyên navneteweyî ya di tecrîdê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di derxistina birêz Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê de jî rola van dewletan hebû. Ev rewş veguheriye pirsgirêkeke kûrewî. Di çarçoveya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de li her derê şer heye. Di rewşekî wiha de saziyên mafên mirovan, rêxistinên mafên mirovan û Yekitiya Ewropayê bêdeng in. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan nabînin. Kurdan nabînin. Tirkiye her roj li dijî kurdan derqanûntiyan dike lê nabînin. Tirkiye endama NATO û CPT’yê ye. Lewma em dikarin ji YE û DYA’yê re bibêjin ‘dawî li van neheqiyên li dijî Abdullah Ocalan û gelê kurd bînin.’”

‘Her tişt di girava Îmraliyê de veşartî ye’

Di dirêjiya axaftina xwe de Ocalan destnîşan kir ku heqîqeta gelê kurd li Girava Îmraliyê veşarî ye û wiha derbirî: “Heta tecrîda li ser birêz Ocalan neyê şikandin, dê kurdên li Efrîn, Amed, Kobanê, Şehba, Mêrdîn û Dihokê jî nekarin rizgar bibin. Siyaseta Tirkiye li dijî kurdan dimeşîne li wir veşarî ye. Lewma em li dijî vê îtîraz dikin. Tirkiye dixwaze siyaseta kurd li Îmraliyê fetisîne. Lewma ji Rojava heta Hewlêrê suîqestan dike. Heke li dijî siyaseta Tirkiyeyê gelê kurd bibe yek, dê bibin modêleke mezin. Siyaseta Kurdistanê bi temamî di tecrîdê de ye. Lewma hewcehî bi yekitiyê heye. Divê kesek nebêje eleqeya min bi vê nîne. Divê her kurdek weke welatparêzek bixebite. Dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin. Dixwazin nirxên kurdan bidin jibîrkirin. Gelê kurd ji bo di sedsala 21’an de bi ser kevin divê hesaba her tiştekî bikin.”

‘Abdullah Ocalan şensekî mezin e’

Ocalan, bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê em dengê girtiyan bigihijînin her derê. Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Em niha nikarin dengê wî jî bibihîsin. Tu agahiyên me ji jiyan û tenduristiya wî nîne. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê ji ewil pê re hevdîtin bên kirin. Divê hatin û çûn hebin. Divê parêzer û malbat bikarin biçin hevdîtinan. Gel, azadiya birêz Ocalan dixwaze. Em jî ji bo vê têdikoşin. Azadiya Abdullah Ocalan tê wateya çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk. Bedelên giran tên dayîn. Lê têkoşîna heta niha bes nake. Divê her kurdek bi rola xwe rabe, rabe ser pêyan û têbikoşe. Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd, Kurdistan û Rojhilata Navîn şensekî mezin e. Modêla wî modêla herî rast e. Bi rêberê azad, bi welatekî azad, li Kurdistana azad em tevek bi hev re bijîn.”