4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê 8 welatiyên kurd girtin û  ceza kirin

Rejîma Îranê 8 welatiyên kurd bi hinceta tev li serhildana “Jin jiyan azadî” bûne girtin û cezayê girtîgehê li wan birî.

Gelek dezgehên çapemeniyê yên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku desthilata Îranê li 8 welatiyên kurd Nasir Rizaî, Wehîd Cewerwan, Mihemed Hesen Hasilî, Azîm Badkarî, Sadullah Înî, Firşad Înî, Hisên Babîrawend û bijîşk Bextiyar Mihemedzade, bi sedema tev li serhildana “jin, jiyan azadî’ bûne; cezayê girtine birîne.

Li gorî agahiyan, li Azîm Badkarî û Sedullah Înî 10 sal, li Babîrawend û Firşad Înî jî 2 sal ceza hatin birîn. Li aliyê din Nasir Rezayî, Wehîd Cewerwan û Mihemed Hasilî yên xelkê Odananê ji ber ku berê 12 sal cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn, bi awayekî demkî hatin girtin. Li Îranê piştî ‘Serhildana jin, jiyan, azadî’ li herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hejmara girtiyên kurd zêde dibin.