4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

610 firinên nan li Hewlêrê li dijî biryara Mesrur Barzanî kar rawestandin

Nerazîbûnên li dijî biryara Mesrur Barzanî ya têkildarî firotina semûnan zêde dibin. Nûnerê Firinên Hewlêrê diyarkir îro 610 firinên nan ên Hewlêrê ji ber biryara Mesrur Barzanî ya ku 10 semûnan bi hezar dînarî bifiroşin, karê xwe sekinandine.

Piştî ku di rojên borî de Serokwezîrê Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî biryar da 10 semûn bi hezar dînar were firotin, xwediyên firinan nerazîbûn nîşandan û diyarkirin ev biryar ziyanê digihîne xwediyên firinan. Nûnerê Firinên nan ên Hewlêrê Hejar Behram Ji ROJNEWS’ê re axivî û wiha got: “Piştî biryara hikûmeta demborî ya ji bo erzankirina nirxê nan ku divê 10 nan bi hezar dînar were firotin, 610 firinan îro li Hewlêrê karê xwe sekinandin. Ev biryar ne di berjewendiya me de ye. Xerciya çêkirina nan ji ya simunan zêdetire. Ar zêdetir tê karanîn li gor simûnan. Her wiha heq destê hosta û karkerê firina çêkirina nan zêdetire jiya simûnan.”

Hejar Behram da zanîn ev biryar sud bi xwediyê firinan nagihîne û wiha lê zêde kir: “Ji ber wê me qeymeqamiya Hewlêrê ji van sedeman agahdar kiriye. Eger alîkariya me nekin, vaye 610 firin emê nikaribin bi vî rengî karê xwe berdewam bikin. Ji ber ku ziyanek mezin digihe me.”

Hêjayî bibîrxistinê ye di rojên borî de Mesrur Barzanî bêy lêkolîn û lêpirsîn biryar da firin û simunxane 10 nan bi hezar dînar bifiroşin. Vê biryara Barzanî nerazîbûna xwediyên simunxane û firinan bi xwere anî.