3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pentagon bîlançoya êrîşên li dijî bargehên xwe aşkera kir

Li gorî daxuyaniya Pentagonê ji 7’ê cotmeha 2023’an ve anku ji ji destpêka şerê li Xezayê ve, li dijî bargeh û nuqteyên Amerîka yên li Sûriye û Iraqê, 127 êrîş hatine kirin.

Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder daxuyand ku ji destpêka aloziya li herêmê û şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, li dijî nuqteyên Amerîka yên li Sûriya û  Iraqê 127 êrîş pêk hatine.

Ryder di civîneke çapemeniyê de got: “Ji 4`ê Çileyê ve, 9 êrîş çêbûne. Bi giştî 127 êrîş hatine kirin. Ji wan êrîşan 52 li Iraqê û 75 li Sûriyeyê pêk hatine.”

Tê bibîrxistin ku ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê de rojane li dijî hêzên Amerîka yên li Iraq û Sûriyeyê êrîşên bi fûze û balafirên bêmirov tên kirin.

Washington 2 hezar û 500 leşker li Iraqê û derdora 900 leşkerên xwe li Sûriyeyê hene, di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê, dixebitin.

Piştî destpêkirina şerê li Xezayê, komên iraqî di daxuyaniyekê de ku li ser hesabên xwe yên Telegram belav kiribû, hişyarî dabûn Amerîkayê ku dê êrîşên xwe li dijî baregehên Amerîka yên li Sûriye û Iraqê zêde bikin.