17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê biryara darvekirina 3 çalakvanên din jî da

Dezgeha dadwerî ya Îranê îro biryara bidarvekirina 3 kesan bi tewanbariya ku destê wan di kuştina endamên hêzên ewlehiyê de heye, hat dayîn.

Biryarên nû, ku hîna destpêkî ne û mijara îtîrazê ne, hejmara giştî ya cezayên ku di xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî derketine holê, dibe 17 biryarên bidarvekirinê, heta niha 4 ji wan biryaran hatine bicihanîn.

Li gor nûçeya malpera saziya dadwerî ya “Mizan Online”ê, Dezgeha Dadweriyê bi sedema ku destê wan di kuştina 3 endamên hêzên ewlehiyê li parêzgeha Îsfehanê  heye, di 16 mijdarê de biryara bidarvekirinê li dijî Salih Mîr Haşimî, Mecîd Kazimî û Seîd Yaqûbî derxist.

Dadgehê biryara girtina du tawanbarên din di heman dosyayê de da, li gorî Mizan Online, aşkera kir ku hemû biryarên destpêkê ne û dikarin li Dadgeha Bilind werin îtîrazbikin.

Beriya niha çalakvanên mafên mirovan li Îranê nerazîbûna xwe li hember bidarvekirina 2 xwenîşanderên girtî yên bi navên Mihemed Qebadlo û Mihemed Boroganî nîşan dabûn. Hejmarek zêde ji welatiyên ji bajarên Kerec, Tehran, Varamîn û Pakdeştê ji bo piştevaniya malbatên Qebadlou û Borogniyê ku dibe îro bên darvekirin, çûne girtîgeha Rajai Şehr.