spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hestiyên ji Geliyê Zîlan derketine li benda lêkolînê ne

Parêzeran têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan derketine holê, serî li serdozgeriyê dabûn. Hê jî bersiva serlêdanê nehatiye dayîn.

Li Geliyê Zîlan a bi ser navçeya Erdîşa Wanê ve di 13’ê Tîrmeha 1930’yî bi hezaran welatiyên kurd bi komî hatibûn qetilkirin. Di van salên dawî de li Geliyê Zîlan Bendava Koçkopru hatibû çêkirin. Bi kêmbûna ava bendavê re hestiyên mirovan derketin holê. Tevî ku di 12’ê kanûna 20222yan de hestî hatin dîtin jî hê tu lêpirsînek û lêkolînek nehatiye destpêkirin.

Bi pêşengiya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ên Wanê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê û Komeleya Pêşvebirina Lêkolîna Parastina Berhemên Dîrokî ya Wanê (Çev-Der) di 22’yê kanûna 2022’yan de çûn herêmê û lêkolîn kiribûn.

19 roj derbasbûn lê lêpirsîn tune ye

Parêzeran piştî lêkolîna li herêmê ji bo hestiyên derketine qeraxê avê bên berhevkirin û lêkolînkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê dabûn.

Li gel ku di ser serlêdana parêzeran re 19 roj derbas bûn jî hê jî serdozgeriyê têkildarî hestiyên derketine holê lêkolînek nehatiye destpêkirin û hestî hê herêmê li benda lêkolînê ne.