18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê cezayê darvekirinê li ciwanek din jî birî

Ji aliyekî ve rejîma Îranê gefên darvekirina xwepêşandêran berdewam dike ji aliyekî din ve li ser nerazîbûna li dijî darvekirinê xwepêşandanên gel bi şêwe û rêbazên cuda berdewam dikin

Li Îranê ji aliyekî ve rejîma Îranê gefên darvekirina xwepêşandêran berdewam dike ji aliyekî din ve li ser nerazîbûna li dijî darvekirinê xwepêşandanên gel bi şêwe û rêbazên cuda berdewam dikin.

Piştî ku dewleta îranê cezayê darvekirinê li xwepêşandêrekî din ê bi navê Mahan Sadrat Merenî aşkera kir metirsiya zêçdekirina cezayên darvekirinê li dijî girtiyên din jî zêde bû û pê re jî hêrsa gelên Îranê ya li dijî van biryaran zêdedetir dibe.

Parêzerê Mahan Sadrat Merenî yê ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn da xuyakirin ku ew hêvî dikin ku serdozger vê biryarê xera bike û darvekirinê rawestîne. Parêzer Abas Mûsewî da xuyakirin ku ji ber wî nikaribû xwe bigihîne dosyaya Mahan Sadrat lewre ew hûrgiliyên wê dosyayê nizane. Parêzer Abas Mûsewî di berdewama axaftina xwe ya ji televizyona (Şarq) re der barê mijarê de wiha gotiye: “ Dosya nîşanî min nedan lê mirov dikare ji nameya vê biryarê vê yekê bidest bixe ku Dadgeha Bilind ya şaxê 26 ê Dadgeha Şoreşê daxwaza istînafê red kiriye.

Mihemed Riza Qenber ku yek ji dozgerên dosyaya Mahan Sadrat e li ser hesabê xwe yê mediya dijîtal parvekirinek wiha belav kiriye: “ Sibeha roja yekşemê bicihanîna cezayê darvekirinê hatiye rawestandin û li pêşiya me 48 seat hene ku em ji dadgehê bixwazin ku cezayê darvekirinê betal bike.”

Hêjayî gotinê ye li gorî daxuyaniya parêzerê Mahan ev biryar di encama giliyê 2 kesan de pêk hatiye û herduyan jî paşê giliyê xwe vekişandiye.

Li gorî dadgeha Îranê Mahan Sadrat ciwanê 22 salî bi tewanbariya ‘têkbirina ewlekariyê û belavkirina tirsê di nava civakê de’ tê tewanbarkirin. Li gorî tewanbarkirina rejîma Îranê  ‘Sadrat di xwepêşandanên 12’ê mijdarê de kêr bi kar aniye. Her wiha wî agir bi motosiklêtekî xistiye’.

Hêjayî bibîrxitinê ye ku beriya çend rojan dadgeha Îranê Mohsen Şekarî bi tewanbariya ku kolan girtiye û endamekî basîcê birîndar kiriye bi da vekir.