4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peymana di navbera Hikûmeta tirk û Lîbayayê de li dadgehê ye

Parêzeran li dijî peymana ku hikûmeta Dubeyba bi Tirkiyê re di der barê lêgerîna enerjiyê ya li Deryaya Spî de îmze kiribû, serî li Dadgeha Îstînafê dabûn

Îro li Dadgeha Temyîzê ya Trablusê beşa lezgîn a îtîrazê peymana lihevkirinê ya Lîbya û Tirkiyeyê tê dîtin.  Beriya niha li ser nerazîbûna parêzerên Lîbayayê biryar hatibû dayîn ku cîbicîkirina wê were sekinandin heta ku doz were girtin.

5 parêzeran li dijî peymana ku hikûmeta Dubeyba bi Tirkiyê re di der barê lêgerîna enerjiyê ya li Deryaya Spî de îmze kiribû, serî li Dadgeha Îstînafê dabûn.

Parêzeran dabû xuyakirin ku mafê hikûmeta Dubeyba ya ku dema wê derbas bûye tune ye ku peymanan bi dewletan re pêk bîne.  Her çendî hikûmeta Dubeyba dabû xuyakirin ku ne peymane lê pêşnûmeyeke lihevkirinê ye lê di rastiya xwe de ew peymaneke berfireh a lêgerîna li petrolê ye.

Li gorî parêzeran gelek bendên wê peymanê li dijî qanûna petrolê ya Lîbayayê ne û yek ji wan jî ew e ku azmûna şîrketên tirk di wî warî de tune ye.

Hêjayî gotinê ye ku di destpêka meha cotmehê de, Hikûmeta Yekîtiya Niştimanî ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Dabeyba rêkeftinên nû bi Tirkiyê re girê dbûn ku rê didin şirketên Tirkiyeyê di nava sînorên ava Lîbyayê de li petrol û gazê bigerin. Lewre ev yek bûbû sedema gengeşiyên mezin di nava aliyên siyasî ên Lîbayayê de.

Hêjayî gotinê ye ku gelek peymanên din di navbera hikûmeta tirk û hikûmeta demikî ya bi serokatiya Abduhemîd Dubeyba de hene û tevî ku dema wê hikûmeta demikî bidawî bûye ew dest ji desthilatiya Lîbayayê bernade û bi piştgiriya komên xwe yên çekdar li ser deshilatê dimîne.