18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê xwepêşandêreke din bi dar ve kir

Dadgeha Îranê li bajarê Meşhedê Mecid Riza Rehmewer yê ku bi tewanbariya kuştina 2 endamên pasdaran dihate dadgehkirin, bi dar ve kir

Rayedarên Îranê piştî zêdeyî 3 mehan di ser nerazîbûnên gel re derbas bûn bidarvekirina duyemîn pêk anî. Li gorî malpera “Mizan Online” dadgeha Îranê li bajarê Meşhedê Mecid Riza Rehmewer yê ku bi tewanbariya kuştina 2 endamên pasdaran dihate dadgehkirin, bi dar ve kir.

Ajansê diyar kir ku hukmê darvekirinê li ser Rehmewer “29’ê Mijdarê hat dayîn, bi tewanbariya ku wî 2 endamên hêzên ewlehiyê bi kêrê kuştiye û 4 kesên din jî birîndar kirine.”Televîzyona dewletê dîmenek weşand û îdîa kir ku Rehmewer bi kêran du mêran dikuje, paşê direve.

Li gorî çalakvan û çavdêrên siyasî hikûmeta Îranê bi van cezayên giran dixwaze çavên xwepêşandêran bitirsîne da ku dawî li serhildana gel bîne.