18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan li Wanê êrîşî meşa li dijî tecrîdê kirin

Gelê Wanê bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest meşê li dar bixe. Polîsan êrîşî meşê kir û herî kêm 40 kes hatin binçavkirin

Gelê Wanê bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest meşê li dar bixe. Polîsan êrîşî meşê kir û herî kêm 40 kes hatin binçavkirin. Piştî ku girse li pêşiya AVM’ê hatî ba hev, polîsan ketin û derketina hemû kolanan qedexe kir.

Gelê bajêr jî bertek nîşanî dorpêça polîsan da û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Polîsan destûr neda ku girseya hatiye dorpêçkirin bimeşe. Piştre jî polîsan êrîşî girseyê kir û zêdetirî 40 kes hatin binçavkirin.

Bi bombeyên gazê êrîş kirin

Koma ku li Xaçerêya Ezbercîlerê hatibû ba hev jî ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Welatiyên ku dixwestin tev li meşê bibin, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin û binçavkirin. Parlamenterên HDP’ê bertek nîşanî polîsan dan û xwestin ku rê were vekirin. Girseya gel hêj li cihê xwe ye û gelek kes jî li ketin kolanên bajêr û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin . Her wiha polîsan bombeyên gazê avêtin girseyê û guleyên plastîk lê reşandin. Jineke ku tev li meşê bûbû, di dema êrîşê de ser hişê xwe çû. Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî jî wiha bertek nîşan da: “Hûn binçav dikin êdî çi dikin bikin lê destê xwe nêzî dayikan nekin.”

Bajêr hatiye dorpêçkirin

Cadeyên Cumhuriyet, Maraş û Kişlayê yên ku dê meş lê bihata lidarxistin û hemû rêyên ber bi van cadeyan ve diçin ji hêla polîsan ve hatibûn dorpêçkirin. Balkêş e ku helîkopter li ser bajêr pir nizm firiyan. Polîsên ku tevahiya kolanan girtin, GBT’ya her kesî kirin. Kolanên bajêr bi tevahî hatine dorpêçkirin û li pêşiya avahiyên HDP, DBP û hemû saziyên din jî polîs hatine bicihkirin.