Îro li bajarê Duhokê çekdarekî êrîşî baregeha asayîşa rojhilatê Duhokê ku bi asayîşa Belde tê naskirin,kir. Li gortî, agahiyên destpêkê birîndar hene, kesekî jiyana xwe ji dest daye û êrîşkar jî di pevçûna di hêzên ewlekariyê de hatiye kuştin.
Li gorî agahiyên malpera El Şarq a Iraqê birîndar rakirina nexweşxaneya Duhokê û hêzên ewlekariyê derdora cihê êrîşê dorpêçkirine û rewş di bin kontrolê de ye. Agahiyên berfireh der barê bûyerê de dê piştî lêkolînan werin aşkera kirin.