4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê cezayê girtîgehê li mamostayê zimanê kurdî birî

Rejîma Îranê salek cezayê girtîgehê li mamostayê zimanê kurdî Seywan Îbrahîm birî.

Li gorî agahiyên ku Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê da, Dadgeha Sine bi hinceta ‘Têkdana aramiya giştî’ salek ceza li mamostayê zimanê kurdî û endamê Desteya Rêveberiya Encûmena Civakî ya Nujîn, Seywan Îbrahîmî biriye. Her wiha 40 cezayê lêdana 40 qamîşan jî dane Seywan.

Li gorî heman çavkaniyê Seywan piştî biryarê hatiye binçavkirin û veguhestine girtîgeha navendî ya Sineyê. Herwiha ger cezayê dosyayên din jî li Dadgeha Temîzê were pejirandin, wê 10 sal ceza li Seywan were birîn.

Seywan Îbrahîm yek ji mamostayên zimanê kurdî ye û di heman demê de hevserê Zara Mihemedî ye. Hêjayî gotinê ye mamostaya zimanê kurdî Zara Mihemedî ya ji Rojhilatê Kurdistanê sala borî ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Lê piştre ber efuya giştî hatibû  berdan.