28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê ji bo vekişandina ji Sûriyeyê planeke pêşkêşî Tirkiyeyê kiriye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan, diyar kir ku Îranê ji bo vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê planek pêşkêşî Tirkiye û Sûriyeyê kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan, der barê civîna dawîn a di navbera wî û wezîrên karên derve yên Sûriye, Rûsya û Tirkiyeyê de ku li paytexta Rûsya Moskovê pêk hatibû de ji Ajansa Nûçeyan a Îranê (ÎRNA) re axivî û got ku planeke ku Tirkiye û Sûriye ji bo vekişandina hêzên Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê li hev bikin pêşkêşî her du welatan kiriye.

Ebdulehyan behsa pirsgirêka sînorê hevbeş û ewlehiya wê ya di navbera dewleta tirk û Sûriyeyê de kir û anî ziman ku desthilata Sûriyeyê aliyê Îranê agahdar kirine ku li gel wê derkeft û amadekariyên guncaw hene ku ewlehiya sînorê hevbeş bi dewleta tirk re ji hundirê xaka Sûriyeyê ve biparêze.

Ebdulehyan, der barê mijarê de ev tişt gotin: “Me pêşniyar kir ku destpêkê aliyê Tirkiyeyê panbendî vekişîna hêzên xwe yên leşkerî ji xaka Sûriyeyê be û ya duyemîn jî divê Sûriyeyê hêzên xwe li ser sînor belav bike ku xaka Tirkiyeyê rastî gefan neyên.”

Herî dawîn Ebdulehyan diyar kir ku dê Îran û Rûsyayê di vê lihevkirinê de garantor bin.