28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK ji bo êrîşên Tirkiyeyê Biradostê ji sivîlan vala dike

PDK ku di bin navê parêzvanên sînor de ketiye nav liv û tevgereke nû hewl dide bi hinceta bicihbûna cihê partiyên Rojhilat bi dewleta tirk re êrîşeke nû li dijî gerîlayên PKK’ê bide destpêkirin.

Dewleta tirk ku ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê hemû derfetên xwe seferber dike û bi hevkariya PDK’ê di nav hewldaneke nû de ye. Ji bo vê armancê di mehên borî de trafîka dîplomasiyê gihand asta herî jor. Di vê çarçoveyê de di 13’ê îlonê çekdarên PDK’ê bi 200 wesayîtên zirxî, kel û pelên leşkerî, çekên giran, tank û panzer û çekdar veguhestibû herêma Sîdekan a girêdayî herêma Biradost.

Roja piştî vê ango roja 14’ê mehê di saet 04:30’an de di bin ala Iraqê û etîketa ‘hêzên pasevanên sînor’ êrÎşî çeperên gerîla kiribûn û di encama bersivdayîna gerîlayan de şer derketibû. Alozî û gengeşeya piştî wê ku heta vê kêliyê jî dom dike, bi hin agahiyên çavkaniyên ji qadê xuya dibe ku ji duh ve ketiye qonaxeke din.

Amadekariya êrîşê dikin!

Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) daye, çavkaniyên herêmî yên pêbawer ragihandine ku PDK dixwaze di bin ala Iraq û navê parêzvanên (pasawan) sînor de li dijî herêmên gerîla wê bikeve nava êrîşekê. Çavkanî dane diyarkirin ku ev êrîş li ser daxwaza dewleta tirk pêk tê û armanca wê jî berfirehkirina dagirkeriya dewleta tirk a li herêma Biradost a başûrê Kurdistanê ye.

Pêngava yekem

Li gorî heman çavkaniyê, PDK’ê ji bo valakirina herêmê tenê 24 saet dem daye xelkê herêmê. PDK’ê ji bo vê jî îro hemû şivan, cotkar, koçerên li zozanan û şêniyên li wan herêman ên li derveyî desthilatiya xwe hişyar kiriye da ku herêmê vala bikin.

Agahiyên dawî piştrast dikin ku wê li ser herêma Sîdekan a Bradostê êrîşek xeternak were destpêkirn. Armanca valakirina herêmê ji sivîlan jî ew e ku xelkê herêmê şahîdiya siyaseta gemar a hêzên PDK‘ê û artêşa tirk ku bi hevre vê plansaziyê pêk tîne nekin. Ji bo wê jî koçerên li zozanan û welatiyên li herêmê wê bêne derxistin.

Pêngava dûyem

Li gorî heman çavkaniyan, piştî ku herêm ji şêniyan hate valakirin, çekdarên PDK‘ê wê di bin ala Iraqê û bi cilên pasevanên sînor de, tevî leşkerên tirk êrîşî herêmê bikin. Her wiha li gorî agahiyên ku ketin destê navenda ajansa me, tê payîn ku PDK û hêzên tirk bi hevre êrîşî qadên Çiyayê Bolê ve Girê Heyatê, Gewrûya Singê û Berbizînê, Girê Şemaşe ve Sinînê bikin. Qada ku behsa wê tê kirin girêdayî herêma Biradostê ye. Ev her sê cih, qadên Gewrûya Zînê û Hesarî Rostê bi hev ve girê dide.

Armanc berfirehkirina dagirkeriyê ye

Her sê qadên behsa wan tê kirin ji ber ku cihên stratejîk ên dijî dagirkeriya ji bejahî ye, heya îro li pêşiya dewleta tirk bûbûn astengiyeke mezin. Îro PDK dixwaze wê astengiyê ji holê rake û artêşa tirk li wan herêman bi cih bike. Armanca dagirkirina herêmê ew e ku artêşa tirk hêj zêdetir xaka Iraqê dagir bike û bi sînorên Tirkiyê ve zêde bike. Lê tevî ku ev yek tê zanîn û Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan bi devê xwe bi dehan caran gotiye ‘Heya Kerkûk û Mûsilê jî axa me ye’, lê Iraq bêdeng e û bi vê bêdengiya xwe ji êrîşan re bûye zemîneke mezin.

Wê wek hêzên Iraqê tevbigerin

Li gorê heman çavkaniyê; wê hemû hêzên PDK‘ê cilên parêzvanên (pasewan) sînor yên artêşa Iraqê li xwe bikin. Ji bo ku bidin nîşandayîn ku Iraq bi xwe êrişê pêk tîne, wê hejmarek kêm a çekdarên wê alên Iraq’ê hildin û li pêş êrişî bikevin. Hêzên 80’ê ku taybet girêdayî PDK’ê ye jî wê bi çekên giran di êrîşê de cîh bigirin. Di heman demê de artêşa tirk jî wê êrîşên hewayî pêk bîne. Her wiha wê peşmergeyên girêdayî hêza 80’ê bi tu awayî logoyên erk û payeyên xwe li cilê xwe nedin û wisa êrîş bikin.

Êrîşên li ser herêmê tê wateya dagirkirina beşek ji xaka Iraqê. Tevî vê xeteriyê jî bêdeng mayîn û bê helwest mayîna hikûmeta Iraqê mijara fikarê ye.

ANF