3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê kesên agirê daristanê vemirandin binçav kir

Rejîma Îranê, 5 kesên xwestin şewata ku li daristanên Merîwanê derketibû vemirînin, binçav kir.

Li herêmêke çoltar a bajarê Merîwanê ya rojhilatê Kurdistanê ku daristanên Zagrosê jî di nav de ne, şewat derket. Bi sedan kesan ji bo vemirandina şewatê berê xwe dan herêmê. Lê hêzên rejîma Îranê kesên xwestin şewatê vemirînin asteng kirin.

Her wiha hêzên rejîmê welatiyên bi navên Azad Rouhî, Laîgh Ahmadî, Sarkawt Ebadî, Alan Ardashîrî û Delîr Mohammadî ku ji bo vemirandina agir çûn herêmê binçav kirin. Nayê zanîn bê ka kesên binçavkirî li ku tên ragirtin.

Şewata li herêmê bi rojan e didome û heta niha qadeke bi sedan hektaran şewitiye. Hat zanîn ku ji bo vemirandina şewatê rejîma Îranê nahêle kesek mudaxele bike.