30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berpirsekî din ê PDK’ê hate kuştin

Li Hewlêrê berpirsekî PDK’ê yê di nav Wezareta Pêşmergeyan de hate kuştin.

Li gorî nûçeyeke ku Rojnewsê daye, di saetên serê sibehê de li nêzî balafirxaneya Hewlêrê, êrîşeke çekdarî li berpirsê PDK’ê Fûad Zirare, ku di nav Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê de ye, hatiye kirin. Di encama êrîşê de Zirare jiyana xwe ji dest da.

Piştî êrîşê tîmên tenduristiyê cenazeyê Zerare rakirin Tiba Edlî ya Hewlêrê.

Der barê bûyerê de tu agahiyek fermî nehat dayîn.

Di meha tîrmehê de jî êrîşeke teqemenî li rayedarekê din ê PDK’ê yê bi navê Mihemed Mîrza hatibû kirin. PDK’ê PKK’ê bi vê êrîşê sûcdar kiribû û PKK’ê bersiv dabû PDK’ê û gotibû ku tu eleqeya wan bi êrîşê re tuneye.

Ev êrîş nîşan didin ku di nav PDK’ê de pirsgirêkên navxweyî hene û rê li ber êrîşên bi vi rengî vedibin.