17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê rojnamegera ku bi bavê Jîna Emîn re hevpeyvîn kiribû ceza kir

Dewleta Îranê, li rojnameger Nazîla Merufyan ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû 2 sal ceza birî.

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, serhildana ku di meha îlonê de ji ber kuştina jina ciwan a kurd Jina Emînî bi dûrişmeya “Jin Jiyan Azadî” dest pê kiribû, di roja 134’emîn de berdewam dike. Dewleta Îranê jî ji bo bidawîkirina serhldanê zextên xwe yên li ser xwepêşandêr û rojnamegerên xwepêşandanan dişopînin didomîne.

Di vê çarçoveyê de dewleta Îranê, li rojnameger Nazîla Merufyan ku piştî kuştina Jîna Emînî bi bavê wê re hevpeyvîn kiribû ceza birî.  Merufyan ji ber hevpeyvîna ku kiribû di 30’ê mijdara 2022’yan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin û hate zanîn ku dadgehê 2 sal ceza lê biriye.

Li gorî agahiyan, daraza Îranê ji bilî cezayê girtîgehê 15 milyon cezayê pere jî lê Merufyan biriye û ji bo 5 salan derketina derve lê qedexe kiriye.

Rojnameger Merufyan ji bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê ye.