6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî êrîşên bi droneyan hêzên Îranê ketin nav tevgerê

Hêzên Îranê, piştî êrîşa ku duh bi şev bi droneyan li dijî kargeheke leşkerî ya Wezareta Parastinê pêk hatibû, li hin deverên welat ketin nav liv û tevgerê.

Li bajarê Esfehan ê Îranê, duh bi şev bi droneyan li dijî kargeheke leşkerî ya Wezareta Parastinê ya Îranê êrîşeke hewayî pêk hatibû û xesar gihîştibû kargehê. Li ser vê êrîşa li dijî kargeha wê ya leşkerî hêzên Îranê li hinek cihan ketine nava liv û tevgerê.

Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, piştî bajarê Esfehanê li bajarê Tebrîzê û hin deverên din jî bi droneyan li dijî navendên leşkerî êrîş û teqîn pêk hatine.

Tê gotin ku li ser van geşedanan hêzên çekdar ên Îranê ketine nav amadekarî û liv û tevgerê.