2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talîbanê azmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir

Talîbanê piştî çûyîna wan a zanîngehê ketina jinan a azmûnên zanîngehê jî li jinan were qedexe kir.

Li Afganistanê, di meha tebaxê ya sala 2021’an de Talîban rêveberiya welat xist bin destê xwe. Ji vê demê ve destkeftiyên jinan di hedefa rêveberiya Talîbanê de ne. Talîban ku herî dawî çûyîna jinan a zanîngehê qedexe kiribû vê carê azmûnên zanîngehê ku wê meha pêş werin kirin jî li xwendekarên jin qedexe kir.

Wezareta Xwendekaran a Bilind a Afganistanê, der barê mijarê de nameyekê ji zanîngehên taybet re şand û got ku saziyên  li gorî talîmata Talîbanê tevnegerin wê bên cezakirin.